Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû

Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Her ku berxwedana jinan mezin dibe faşîzm êriş dike” hate weşandin.

Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye

40 jinên ji ber li Antalyayê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tev li meşê bûbûn, hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hate vekirin, diyar kirin ku çalakiya wan rewa û qanûnî ye û anîn ziman ku rastî tundiya polîsan hatin.

Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin

Di çarçoveya lêpirsîna derheqê aktîvîstên TJA’yê de gelek jin di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku jinên binçavkirî 36 saetan bi kelemçekirî hatine hiştin û li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îşkence lê hatiye kirin.

Jin li dijî tundiyê serî natewînin
Jin li dijî tundiyê serî natewînin

Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye

Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Pinar Pelîn Gîrîtlîoglûyê diyar kir ku polîtîkayên bajarbûniyê bi feraseteke nêrza tên birêvebirin û jin tên vederkirin û got ku bi pêkanînên wekî otobûsa pemberî texsiya pembe, parka jinê û qehwexaneya gel re polîtîkaya "jîngehên civakî" jinê bêtir hepsî malê dike.

Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin

Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB), şideta polîsan a li jinan û binçavkirinan jinan protesto kir. Di çalakiya protestoyê de hat diyarkirin ku têkoşîn sînoran nas nake û hat xwestin ku jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê giliyê polîsên ku di meşa 25’ê Mijdarê de tundî li jinan kiribûn kirin û wiha gotin: “Heta ku temamiya polîsên îşkencekar tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”

Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin

Endamên TJA’yê û jinên HDP’î ku bertek nîşanî binçavkirina jinan a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de dan wiha gotin: “Tu jinên kurd li dijî vê pergalê serê xwe netewand û wê netewîne. Têkoşîna jinan nikare were darizandin.”

Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li CPT’yê kir ku ji bo ku bi berpirsyartiya xwe ya têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cih bîne.

Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin

Danişîna doza kesê bi navê M.S. ku li Wêranşarê “îstîsmara zayendî” li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kiribû hat lidarxistin. Di dozê de daxwaza girtina bersûcê îstîsmarê hat redkirin.

TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand

Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên polîsan ên di dema çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan hatine kirin û biryara binçavkirina 50 jinan dan û wiha gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji berxwedana jinan a li Îranê bi pêşengtiya jinan mezin dibe tirsiya, jin kirin hedefa xwe. Yekitiya jinan, desthilatdarî tirsand.”

Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin

Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye hatiye destpêkirin, hat binçavkirin.

Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû

Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo serdema nû hat lidarxistin, bi dawî bû.

TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir

Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku dê her li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin û dê her tim li qadan bin.

Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

< 149 150 151 152 153 > Rupel 151 / 395