Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin

Rojnamevanên jin ên kurd li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê cotmehê de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ava bikin.

Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" de li her taxê xeta têkoşîna ava bikin û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixebitin.

Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye

F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.”

Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan

Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê têkildarî binpêkirinên mafan bi xwesteka “bikeve tevgerê” serî li CPT’yê dan.

Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve

Endama KJAR’ê Arîn Mahabad, îşaret kir ku Îran ji fîkriyeta “Jin jiyan azadî” ditirse û wiha got: “Heke têkoşîn û rêxistinkirina jinan bidome dê şoreşa jinê teqez serbikeve.”

Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand

Parêzer Meral Halat bertek nîşanî kêmkirina cezayê kujerê Hasret Tûtal da û got: “Dadgehê ne bersûc, Hasretê darizand.”

Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene

Jinên mexdûrên erdhejê di kargeha dirûtinê ya ji aliyê Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve hat avakirin, bi hilberînê xwe li jiyanê digirin. Jinan diyar kir ku hê jî gelek kêmasiyên kargehê hene û ji bo vê bang li mirovên hestyar kirin.

Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
Li Dîlokê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Şahînbeya Dîlokê Alî Yavûz hevjîna xwe Medîne Yavûz ku li ber devjihevberdanê bûn qetil kir û sê zarokên xwe û cîranek xwe jî birîndar kir.

Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin

Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz diyar kir ku dê bi kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” rêxistinkirina xwe xurt bikin û got: "Em ê bibin bersiva tecrîdê, qirkirina jinan û xwezayê, destdirêjiya li zarokan, bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û gelek pirsgirêkên din."

Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin

Jinên kedkar ku li Semsûrê debara xwe bi çandiniya tûtinê dikin diyar kirin tevî ku ew kedek mezin didin jî lê heqê keda xwe wernagirin.

Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?

Li Hatayê jinên mexdûrên erdhejê yên di konan de, ragihandin ku ji bo kirê alîkariya wan nayê kirin, bêhna tozê ji xwarinê tê, berhemên paqijiyê bi dest wan nakevin û ji ber ku konteyner tune ne zarokên wan nexweş dikevin.

Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot

Adle Samûr a 63 salî ku di binçavan de rastî muameleyeke xirab hat, diyar kir ku li nezaretxaneya midûriyeta polîsan û di têketina girtîgehê de rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û 7 mehan bê delîl di girtîgehê de hatiye hiştin.

Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e

Dilxwaza EŞÎK'ê Ozgul Kaptanê ku têkildarî guherandina "hiqûqa malbatê" axivî, anî ziman ku gava piştî vê jî dê Efxanistan be.

Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin. Hat destnîşankirin ku jin û zarok bi destê bav, bira, hevjîn, û nîşaniyên xwe ve hatin qetilkirin.

Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê

Kovara Jinê di manşeta hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma "Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve.”

< 116 117 118 119 120 > Rupel 118 / 395