Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne

Parve bike:
AMED - Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”
 
Aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya Gel a Netewî Maria Krîstîna Contî ya tev li konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” bû, têkildarî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn ji ajansa me re axivî. 
 
Contî, bang kir ku tecrîda li ser Ocalan ê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin û 34 meh in agahî jê nayên girtin bi dawî bibe. 
 
‘TECRÎD NÎŞANEYA BÊHIQÛQIYÊ YE’ 
 
Contî, anî ziman ku ragirtina Abdûllah Ocalan a di demekî evqas dirêj de di bin tecrîdê de ne hiqûqî ye û wiha got: “Tecrîdkirina wî ya evqas dirêj, ne li gorî hiqûqa navnetewî ye. Ez weke hiqûqnasekî difikirim ku ev yek demildest were bidawîkirin. Tecrîd ewilî li pêş mafê darizandina hiqûqî astengeke. Dema girtina dem dirêj jî di heman demê de astengiyeke. Ev ne li gorî hiqûqa navnetewî ye. Ji ber vê yekê tecrÎd nîşaneya bêhiqûqiyê ye.”
 
‘EM LI DIJÎ TECRÎDE BI KURDAN RE NE’ 
 
Contî, da zanîn ku li Filipînler bêhiqûqiyên heman dijîn û wiha berdewam kir: “Me li Filipînê jî ev dîtin, bi ser re demekî dirêj derbas bû. Li Filipînê di salên 1970’yan de di dema dîktator Ferdînand Emmanuel Edralîn Marcos de ev pêkanînên bi vî awayî hatin jiyîn. Tevî ku bi ser re ewqas sal in derbas bûn jî kurê vî dîktatorî hêj li Filipînan serok e û bi Erdogan re jî têkiliyên wî yên nêz hene. Ji ber vê yekê weke gelên li dijî pergala dîktator a li Filipînan derdikevin, li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan in û bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”
 
‘TÊKOŞÎNA DI HUNDIR DE TÊ DAYÎN GIRÎNG E’ 
 
Contî, destnîşan kir ku divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Abdullah Ocalan demildest bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û Tirkiye demildest gavekê biavêje. Ji ber vê yekê jî di serî de NY em bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ku tecrîd were bidawîkirin, têkoşîna di hundir de tê dayîn girîng e. Divê têkoşîneke girseyî bê dayîn. Me li Filipînê ev yek kir.”
 
Contî, bal kişand ku piştgiriya navnetewî girîng e lê têkoşîna li Tirkiyeyê tê dayîn dê vê piştgiriyê diyar bike û wiha lê zêde kir: “Me li Filipînan bi vî awayî kir ku 43 xebatkarên tenduristiyê yên hatibûn girtin bên berdan. Me hem li hundir têkoşîneke xurt da hem jî di qada navnetewî de jî piştgirî hate dayîn.”
 
‘NOXTEYA KU JINÊN KURD GIHIŞTINÊ GELEK HÊJA YE’ 
 
Contî, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd bi felsefeya Abdullah Ocalan a “Jin jiyan azadî” li cîhanê deng vedaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di qada navnetewî de bi tevgerên jinan ên kurd re dixebitin. Em dişopînin ku pergala hevserokatiyê çawa bandor kiriye û pêş ve dibe û ji vê bi bandor dibin. Li Filipînê jî jin tev li siyasetê dibin, nû pêş dikeve lê noxteya ku jinên kurd gihiştinê gelek hêja ye. Em jî ji îlhama ji xwişkên xwe yên kurd digirin dibêjin ‘bi awayekî xurt têkoşînê bidomînin’.”
 
MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl
  
 
Nûçeyên Têkildar
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.

Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."

Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."

Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dest ji nêzîkatiya înkarker bê berdan û got: “Beriya her tiştî hûn ê tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku gelê kurd weke vîna xwe dibîne rakin.”