Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 
 
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin, duh bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger dikin. Çalakî îro dest pê kir. Greva birçîbûnê ya dorveger dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome. 
 
Nûçeyên Têkildar
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.

Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."

Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne

Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”

Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."

Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dest ji nêzîkatiya înkarker bê berdan û got: “Beriya her tiştî hûn ê tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku gelê kurd weke vîna xwe dibîne rakin.”