‘Gel bê perwerdekirin dê têkoşîna li dijî HES'an xurtir bibe’
‘Gel bê perwerdekirin dê têkoşîna li dijî HES'an xurtir bibe’

Berdevka Plaftorma A ya li Antalyayê û derûdora wê têkoşîna li dijî HES'an dide, Hediye Gunduz, aşkera kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî HES'an bi zanekirina gel pêkan e.

Li Çiyayê Madrayê gefa siyanurê: Dê 100 salên pêşiyê jehrî bihêle
Li Çiyayê Madrayê gefa siyanurê: Dê 100 salên pêşiyê jehrî bihêle

Çiyayê Madrayê bi berû û çamên xwe yên reş tê zanîn, aliyê wê yê bakur Çiyayê Şapê heye û di bin gefa fîrmayên siyanurê de ye. Berdevka BURÇEP'ê Hatîce Engîn, aşkera kir ku dê jehreke ku bandora wê 100 salan dewam bike li pişt xwe bihêle.

‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'
‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'

Folkart Yapi ya malbata Ethem Sancak li ber Kulturparka li herêma Basmaneyê ya navçeya Konakê balaxaneyek (gokdelen) ava kir. Endamên Platforma Kulturparkê bertek nîşanê balaxaneyê dan û aşkera kirin ku desthilatdariyê tenê îxanetî Stenbolê nekiriye, îxanetî Îzmîrê jî kiriye.

HES Sûlava Bêgirê zuwa dike
HES Sûlava Bêgirê zuwa dike

Sûlava Bêgirê yek ji cihê herî girîng ên turîzmê ye. Ji ber HES li ser çem hatine çêkirin, hem berê avê guheriye hem jî avê kêm bûye.

Jeotermal dê dar û beran tune bike
Jeotermal dê dar û beran tune bike

Serokê Komeleya Dildarên Valîdebagê Arîf Belgîn, anî ziman ku wê lêgerînên sondajê yên ji bo jeotermalê li Dehla Valîdebagê bibe sedema mirina bi hezaran dar û bûneweran.

Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn
Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn

Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê ku xaka navbera Dîlok-Hatayê dihewîne, 5 sal in hîn nehatiye temamkirin. Şêniyên deştê, darên xwe yên fisteqan û zeytûnan ên ji ber bêaviyê hişk bûne, dikin ardû.

Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike
Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike

Piştî Komîsyona Butçe û Planê ya Meclisê mêrg, daristan û zozan ji şirket û sanayiyê re vekir, bertekek tund ji ekolojîstan hat û hat diyarkirin ku dê ev yek bibe sedema talana xwezayê.

‘Em li dijî talanê serî rakin’
‘Em li dijî talanê serî rakin’

Endamên Parastina Bajêr a Bakirkoyê, ji bo eraziyên Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê ku ji îmarê re hatine vekirin wiha gotin: “Wek welatperwerên vî welatî em li dijî vê talanê serî rakin.”

Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin
Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin

Bi dehan ocaxên keviran ên li Çiyayê Amanosê hatine avakirin, her der talan û wêran kirin. Nebatên gîha yên ku li gelek cihan nayên dîtin, bi vekirên kanan keviran re tune dibin.

RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin
RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin

Projeya Rêjeya Mordoganê ya aydê Ayen Enerjiyê dixwaze li trîbunên bayê yên li Karabukê yê nû zêde bike, rapora "Erênî ya ÇED'ê" cara duyemîn bi daxwaza dadgehê hat rawestandin. Heta niha li herêmê 115 trîbun hatin çikandin.

Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike
Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike

Ji ber sondaja qaçax, avdana zeviyan û kêmasiya baranê di meha Tîrmehê de sedî 50 ava Sûlava Dudenê kêm bû, bi xebata şaredariyê ji miçiqandinê rizgar bû. Bi hatina biharê re pelên ku diweşin, dîmenekî bêhempa dide sûlavê û mêvanên xwe sermest dike.

Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!
Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!

15 hezar darên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’ê li Çiyayê Erekê hatibûn danîn, ji bêaviyê hişk bûn. Şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îdia kir ku ji sedî 10’ê daran hişk bûye û wiha got: “Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.”

Ocaxên mermeran Komir wêran kir
Ocaxên mermeran Komir wêran kir

Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.

‘Bi qanûna torbeyî dixwazin debara gundiyan desteser bikin’
‘Bi qanûna torbeyî dixwazin debara gundiyan desteser bikin’

Berdevkê EGEÇEP’ê Alî Osman Karababa guherandinên qanûna torbeyî ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hevdîtinê wê didomin nirxandin. Karababa got ku bi vî awayî desteserkirina çavkaniyên debarê yê gundiyan tê xwestin.

Ji bo kana keviran bi sedan dar birîn
Ji bo kana keviran bi sedan dar birîn

Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birîn. Welatiyên herêbê, li dijî kana keviran bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em destûr nadin kana keviran ava bikin. Dê xweza tune bibe. Ger ku xweza tune bibe ma em dê keviran bixwin?"

< 95 96 97 98 99 > Rupel 97 / 99