AVM şûr li kezeba Amedê dixe
Tevî hemû nerazîbûnên saziyên civakî li Amedê mizgeftên meçin û AVM li nava bajar tên avakirin. Nûnerên saziyên civakî û pîşeyî diyar kirin ku bi van inşaetan kêr li kezeba Amedê ku wekî neqeba hewayê ye tê xistin.
Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
Li Samandagiyê ji bo çêkirina RES’ên ku di hundurê Keşîşxaneya Sîmonê de tên çêkirin rawestin doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê, rapora ÇED’ê ku wekî raporeke erênî hatibû dayîn bi heman awayî qebûl kir û destûr da ku kapasîteya RES’an bê zêdekirin. Hawirdorparêzên ku bertek nîşanî biryarê dan, ji bo çêkirina RES’an raweste serî li Şûraya Dewletê dan.
Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
Ji bo piştevaniya jiyana ekolojîk bike, Sahafa Duçerxeyî li Stenbolê li 4 dibistanan “Pirtûkxaneya Ekolojîk” ava kir. Niha jî ji bo li dibistaneke li Bayramoglûyê pirtûkxaneyekê ava bike pedalên duçerxeya xwe digerîne.
Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
MERÇED, darbarê santrala nêkleerê ya esasê wê sibe li Akkuyu bê danîn daxuyanî da û got: “Emê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nûkleerê.”
Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku îsal ji ber guherîna avhewayê berf hindik bariyaye. Şahîn diyar kir ku sedemeke kêmbûna berf û baranê jî bendavên ku bi hinceta “ewlehiyê” tên çêkirin.
Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
Amadekariyên projeya Geliyê Mûnzurê projeya Konak Tepe 1 û 2 ya ji aliyê DYA û Tiryiye ve 50 sal berê dest pê kiribûn temam bû. Aktîvîstê Xwezayê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku ev projeyek gelek talûke ye û ger têkeve meriyetê dê hemû Dersim di bin avê de bimîne.
Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
Colemêrgî îsal jî ji ber qedexekirina çûyîna zozanan û “herêmên ewlehiya taybet” nikarin zêde rêwas, kereng, pûng, ardû, sterk û gulîkan berhev bikin.
Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
Şêniyên Taxa Dedeyaziyê ku li dijî kana madenê têkoşiyan û bi ser ketin, li dijî rayedarên şîrketê yên ku tevî biryara dadgehê heye jî gund neterikandin, hîn jî li ber xwe didin.
Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
Îpek Mandûza ku li gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawûzê dijî, ji nebatan dermanan çê dike.
Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
Jinên bi berxwedana 12 rojan çêkirina bîrên JES'ê yên li taxa Uzundereya Karabaglarê dan rawestandin, diyar kirin ku heta fikrên wan negirin dê li herêmê bizmar jî neyê lêdan û ev tişt gotin: "Ya rast têkoşîn nû dest pê dike."
Gundiyên li dijî kana keviran: Em ê li ber xwe bidin
Gundiyên ku bertek nîşanî kana keviran ku tê xwestin li herêma Kocakoç Pahê bê çê kirin dan, destnîşan kirin ku bi vî awayî tunekirina xwezaya wan tê xwestin. Gundiyan bi lêv kir ku ew ê nehêlin herêma wan ji mirovan bê xalîkirin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê
Li Dêrsimê di 2015’an de li ser berteka welatiyan çêkirina kana xîzê hatibû rawestandin. Li ser daxwaza dê dîsa kana xîzê bê çêkirin, şêniyên gund û Dildarên Parastina Xwezaya Dersimê bi boneya sekinandina projeye çûn herêmê.
‘Ajal ne mal û kole ne'
Aktîvîstên Azadiya Ajalan, ji ber ku Tirkiye 27 hezar ajal ji Brezîlya anîn çalakî pêk anîn û gotin: "Ajan ne mal, maşîne û kole ye."
Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
Ekolojîstên PArka Maçka diparêzin, diyar kirin ku Emine Erdogan bi "Projeya Bê Bermahî" tenê 51 daran diparêze û li aliyê din li Stenbolê bi hezaran dar tên birîn û ev nakokiyek mezin e.
'Em ê darên xwe nekin qurbana projeyê'
Parazvanên xwezayê bertek nîşanî projeya tunelê ya li Parka Maçkayê dan û ev tişt gotin: "Em ê nehêlin darê me bên tunekirin û bikin qurbana tunelê."