Koçberiya masîpankan dest pê kir
Rêwîtiya masîpankê dest pê kir. Wexta koçberiya masîpankan a ji ava bi sodayî ber bi ava şêrîn dest pê dike masîpank paşve diçin û gelek welatî ji bo vê dîmenê bibînin tên ber çem û masîpankan temaşe dikin.
'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn jî ne dereng e!'
Berdevkê Têkiliyên Navnetewî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga, bang li her kesî kir û got: "Hîn jî ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê ne dereng e."
‘Erka Wezareta Derdorê parastina Sûran e'
Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, têkildarî bêxwedîhiştina Sûrê û ji bo Prejeya Qada Rekreasyonê ya Çiyayê Kiriklar a Geliyê Dicle bê rawestandin, bang li Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê kir û wiha got: “Erka van saziyan ne ewe ku zerarê bidin nirxên me yên çandî û xwezayî. Erka wan ewe ku Bircên wekî Ben û Senê biparêze. Sûra biparêze ye."
'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
Parêzer Îsmaîl Hakki Atal, diyar kir ku derz li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ketiye û ev yek ji bo pêşerojê dê bibe cihê talûkeyek mezin. Atal, anî ziman ku zemîna heyî ne zemîneke qayîm e û wan ev yek bi delîlan aşkere kiriye, lê dîsa jî heyeta pêzaniyê ji bo zemîna etutî nimûne negirtiye.
Bihar, xweşikî, kulîlkên rengîn û çiyayê bi berf
Yek ji herêmên bihar lê xweş derbas dibe gundên herêma dikeve navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê. Li vê herêmê bihar bi hemû reng û xemla xwe xweşikiyê radixîne ber çavan. Çiyayê Mereto bi berfa xwe ya spî ahengiyek xweşikiyê bi kulîlk û bihara vê herêmê re dike yek.
Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire
Hat zanîn ku Bendava Ilisû ya ku dê Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salî û gellek gund û eraziyên gundiyan di bin de bimîne ji 10’ê hezîranê şûn ve dê avgirtin dest pê bike.
Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin
Derhêner Alî Ergul, bilêv kir ku rojeva sereke ya Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên ku dê Bendava Ilisûyê li erdnîgariya Mezopotamyayê çêbike bûne.
Li Geliyê Mamedîkê pîvok mizgîniya biharê didin
Li Geliyê Mamedîka Wanê piştî helandina berfê ya li hin deveran pîvok şîn bûn û adeta bi bejn û bala xwe mizgîniya biharê didin nîşandan.
Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
Ji hilbijartinê re hefteyek ma. Berdevkên Demî yên EGEÇEP'ê Alime Mitap û Husnu Dîllî, ji kesên bên hilbijartin xwestin ku xwezayê biparêzin. Berdevkan, anîn ziman ku gel ji hilbijêran dixwazin ku xwezayê biparêzin.
Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike
Li Heskîfê pira ji bo veguhestina berhemên dîrokî hat ava kirin, dibe sedemê rê girtina koçkirina masiyan. Tevî ku qedexe ye jî masîvan li ber lingê pire masiyan digirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî girtina masiyan bi vê rêbazê da.
Barka: Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike
Li Gazîemîrê, bi salan e pirsgirêka bermayîyên fabrîkaya zirincê nayê çarserkirin. Ekolojîst Ertûgrûl Barka got: "Fabrîkaya zirincê dibe sedema radyasyonê. 3 sal in ji bo berterefkirinê tu tişt nehatiye kirin."
Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
Şîrketa Hilberîna Ceryanê ya TEMS Biyoenerjî dixwaze li ser ava Çemê Asî ya li qada 3 hezar û 500 donim Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çê bike. Tê payîn ku bi çêkirina vê santralê re hemû avên derdorê biçikin û qirêj bibin.
'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
Rêxistinên civakî û pîşeyî biryara DMME ya der barê Heskîfê de nirxandin û diyar kirin ku têkoşîn bi dawî nebûye û têkoşîn dê bidome û wiha got: "Bi qasî têkoşînê rizgariya Heskifê nêzîk e."
Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
Nûnerên saziyên sivîl ên Êlihê bertek nîşanî biryara DMME'yê ya ji bo Heskîfê dan û gotin: "Bi redkirina biryara ji bo Heskîfê re carek din çavê xwe li hember talankirina mîrateya dîrokî girtin e."
Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
Li Colemêrgê, pezkoviyên di salên darbasbûyî de pir zêde dihat dîtin û ji ber nêçirtiya qaçax ber bi tunebûnê ve ne, daketin berpalên Çiyayê Sumbulê.