Warê bêhnvedanê: Ava Spî
Warê bêhnvedanê: Ava Spî

Li Mêrdînê yek ji deverên ku herî zêde turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didinê Ava Spî ye. Welatiyên diçin Ava Spî, bilêv dikin ku ew bêhna xwe vedidin û stresa wan kêm dibe.

‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir di roja 47’an de dewam kir.

‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'
‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'

Parêzvanên jiyana xwezayî ku bertek nîşanî xebatên texrîbkirinê yên li Çiyayên Qazî dan, destnîşan kirin ku divê ji Heskîfê heta Çiyayên Qazî pira piştevaniyê bê avakirin.

Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de ye</br>Bi belavokan bal kişandin ser xwezayê
Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de ye
Bi belavokan bal kişandin ser xwezayê

Nobeta Av û Wijdan a li dijî talankirina Çiyayê Kazê di roja 44'an de berdewam kir. Welatiyan diyar kirin ku heta şîrket destê xwe ji talankirina xwezayê vekişînin wê çalakiya xwe berdewam birin. Li Stenbolê jî Înîsiyatifa Piştevaniya Xwezayê ya Esenyurtê, bi armanca balê bikişînin ser talankirina xwezayê li qada bajar belavok belav kirin.

Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye
Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye

“Nobeta Av û Wîjdan” a li dijî talankirina Çiyayê Kazê ku ji aliyê şêniyên herêmê ve hatibû destpêkirin di roja 43’yemîn de ye.

Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû
Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû

Ekolojîstên ku li seranserê Cîhanê xwe li dijî qeyrana avhewayê bi rêxistin dikin, li Enqereyê Platforma Avhewayê ava kirin. Platform piştgirî bide çalakiyên ku dê di navbera 20-27'ê Îlonê de li seranserê Cîhanê bên li dar xistin.

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye
“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye

Gelê herêmê 41 rojin li Çiyayên Kazê “Nobeta Av û Wijdanê” digirin. Welatiyên herêmê, diyar kirin ku berî ku axa wan hîn zêdetir bê wêrankirin, divê ev proje demildest bê rawestandin.

'Qirêjiya Çemê Mûnzûrê dê rê li ber felaketên mezin veke’
'Qirêjiya Çemê Mûnzûrê dê rê li ber felaketên mezin veke’

Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya ya Dersimê Bariş Yildirim hişyarî da heke demildest ji bo ava kanalîzasyonê ya diherike Çemê Mûnzûrê tedbîr neyên girtin dê bibe sedema mirina komî ya pezkovîyan û dê rê li ber felaketên mezin veke.

Welatiyan şewata li Pasûrê vemirand
Welatiyan şewata li Pasûrê vemirand

Şewata li çoltera gundê Barinê ya Pasûrê eskeran derxistibû, welatiyan mudaxeleyî şewatê kir û vemirand

Nobeta li Çiyayên Kazê 40 rojin dewam dike
Nobeta li Çiyayên Kazê 40 rojin dewam dike

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr a bi sîyanurê dest pê kir, di roja 40’an de berdewam dike.

Kordînasyona Heskîfê: 100 hezar mirov dê neçar bimînin koç bikin
Kordînasyona Heskîfê: 100 hezar mirov dê neçar bimînin koç bikin

Kordînasyona Heskîfê têkildarî rûxandina Bendava Ilisûyê ku dê bi xwe re bîne raporek amade kir û eşkere kir ku wê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.

Nobeta li Çiyayên Kazê di roja 39’emîn de: Hawirparêzan serlêdana sûc kirin
Nobeta li Çiyayên Kazê di roja 39’emîn de: Hawirparêzan serlêdana sûc kirin

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî şîrketa Kanadayî Alamos Gold a ji bo xebatên lêgerîna zêran bi hezaran dar jêkirin dest pê kir, di roja 39’an de berdewam dike. Hawirparêze û welatiyên li herêmê dijîn, serlêdana sûc kirin.

Cendirmeyan Welatiyên li dijî JES'ê li ber xwe didin dorpêç kirin
Cendirmeyan Welatiyên li dijî JES'ê li ber xwe didin dorpêç kirin

Cendirme û polîsan, welatiyên Taxa Hacibektaşli yên li dijî JES'ên li Navçeya Salîhli tên avakirin li ber xwe didin, dorpêç kirin.

Ji bo Heskîfê roja çalakiya kurevî îlan kir
Ji bo Heskîfê roja çalakiya kurevî îlan kir

Koordînasyona Heskifê, 14'ê Îlonê Ji bo Heskifê roja çalakiyên kurevî îlan kir û xwest her kes ji bo Heskifê û Geliyê Dicleyê têkevin nava liv û tevgerê.

Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin
Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin

Eskeran mudaxaleyî çalakiya li diji Santrolên Enerjiya Jeotermal (JES) a li navçeya Salihlî tê avakirin, kirin û gelek kes binçavkirin.

< 76 77 78 79 80 > Rupel 78 / 99