Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
Şewata li navçeya Çeşmeyê di roja 2’yemîn de didome û ji ber şewata li Odemîşê jî 2 tax hatin tehliyekirin.
Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
Welatiyên Şirnexê li dijî avakirina bendavên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, li pêşiya wezaretê bang kirin û xwestin ev projeyên dê rê li ber texrîbata ekolojiyê vekin, bên betalkirin.
Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
Welatiyên li Mezraya Sekasurê di nobeda li dijî çêkirina kana xîzê de ne diyar kirin ku telafiya zirara xwezayê nîne û xwestin proje bê betalkirin.
‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
Endezyarê Ziraetê Samet Ûcaman diyar ki ku şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê û got: “Ji bo em çandiniyeke ekolojîk bikin divê teqez pêşiyê li şewatên pirêzeyan bigrin.”
Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
Wezîrê Çandiniyê û Daristansn Îbrahîm Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da û got: “Li navçeyên Seferîhîsar û Menderesê yên Îzmîrê li gorî duh rewş baş e. Li Îzmîr û Manîsayê bi mudaxileyên mezin ve me bandora şewatê gelek kêm kir.”
Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
Li Antakyayê li dijî şewatê têkoşîn tê dayîn. Piştî taxên Karaalî, Oglakoren, Uçgedîkê li taxa Serînyolê şewateke nû derket. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, ji hikûmetê pirsa “Ka ew 37 balafir û 105 helîkopter li ku ne” kir.
Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
Şewata li navçeya Akhîsarê ya Manîsayê dest pê kirî di roja 4’an de didome. Her wiha şewatên li navçeyên Ahmetlî û Kulayê jî di roja 2’yan de didome.
Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
Şewata li qada daristanê ya di navbera navçeyên Menderes û Seferîhîsarê de dest pê kirî di roja 3’yan de didome. 5 gund û 2 tax ji ber şewatê hatine valakirin.
Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
Tevî rapora ÇED’ê ya Hesandînê hatiye betalkirin jî xebatên madenê didomin. Şêniyên herêmê û hiqûqnas li dijî rewşê bibertek in.
Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê di encamnameya xwe de got: “Bi avakirina komun, komîsyon û meclisên li hemû herêman tên avakirin re em bi awayekî rêxistinkirî xwezaya xwe biparêzin.”
Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
Şewatên li Antalya, Mersîn û Osmaniyeyê hater kontolkirin. Di şewatê de jîngeh û baxçeyên fêkiyan zirar dîtîn.
Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
Xebatên ji bo vemirandina şewata duh li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê yên Îzmîrê dest pê kirî di roja 2’yan de didomin. 10 taxên van navçeyan ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
Ji ber xebatên sondayê yên TPAO’yê yên li gundên li quntarê Çiyayê Gabarê, kanî ziwa bûn. Ji bo welatiyên ku ava wan a vexwarinê qirêjî bûye, bi tankeran av tê veguhestin.