Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
Keştiya Azadiyê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Atînayê b rê ketibû, wê îro li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi girseyî bê pêşwazîkirin.
Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
Yek ji rojnameya sereke ya Elmanyayê Bîldê ragihand ku koçberên kurd ên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ne, bi seferên taybet ên balafirên Tirkiyeyê derbasî Mînskê hatine kirin.
Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
Serokwezîrê Iraqê, derbarê êrişa li dijî mala xwe axivî û diyar kir ku ew dizanin ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
Komîsyona ku hikumeta Holandayê ji bo lêkolînkirina “Piştevaniya rêxistinên li Sûriyeyê sûcê şer kirine” ava kir, xwest bi rêveberên rêxistinên li Tirkiyeyê dijîn re hevdîtinê bikin lê Tirkiyeyê asteng kir.
Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesên navdar, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Heman kesan ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayekê kirin.
Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê, kurdistanî ji Dîwana Edaletê ya Laheyê heta OPCW meşiyan û xwestin ku heyeteke biçe Herêma Kurdistanê ku êrîş lê pêk tên.
Li Kabûlê teqîn pêk hat
Li paytextê Afganîstanê Kabûlê du teqîn pêk hatin û dengê çekan hat bihîstin.
Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
Di hevdîtina ku Erdogan û Biden pêk anîn de S-400, Sûriye, Afganistan û hilbijartinên Libyayê hatin nirxandin.
Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê NY'ê yê Çînê Geng Shuang, di rûniştina Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku Tirkiye Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dagir kiriye.
Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
Civaknas Oliver Schmidt, diyar kir ku kesên azadiya Ocalan dixwazin tên krîmînalîzekirin û ev tişt got: "Gefa esîl polîtîkayên Erdogan û tiştên ku li Sûriyeyê û Bakurê Iraqê dikinin."
Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
Parlamenterê Îtalyayê Erasmo Palazzotto, derbarê bi kar anîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan de pêşnûmepirs da Meclisa Îtalyayê.
Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
Parlementoya Katalonyayê, bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir.
Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
Partiya Çep, agahiyên ku Tirkiye di operasyona li dijî Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne, bir rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê.
Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
Hat ragihandin ku ji sedî 41'ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe ji bo Hilbijêrtina Parlamentoyê dane.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, di parvekirina hesabê xwe yê twîtterê de ragihand ku, fînansor û Cîgirê serokê DAIŞ’ê Samî Jassem hatiye girtin.