Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Miçotakis bersiv da gotinên Erdogan û wiha got: “Hinek kes dibêjin em ê şevekê di carekê de bên. Em di berbangê de li benda hatina wan in.”
Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
Di hilbijartinên giştî yên Swêdê de bloka rastgir bi ser ket ku kampanyaya xwe li dijî sûc û penaberan dimeşand. Di bloka çepgir de jî 5 kurd ketin parlamentoyê.
CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
Generalê DYA’yî Erik Kurilla ku çû serdana Kampa Holê diyar kir ku çareseriya mayînde ew e ku her welatek hemwelatiyê xwe li xwe vegerîne.
Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
Sitiya Îngîltereyê Sitiya II'yem Elîzabhet, li Balmoralê di 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ANS ku Tirkiye piştgirî dide wan, li Efrîna di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li herêmên dîrokî erdê dikole, xusarê dide mîrateya çandî û berhemên dîrokî digerîn.
Kazimî bi Biden re axivî
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî bi Serokê DYA'yê Joe Biden re bi telefonê axivî.
Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
Mûqteda es-Sadr ji alîgirên xwe re banga vekişandina kolanan kir. Li ser vê yekê Fermandariya Giştî ya Iraqê li bajaran biryara qedexeya derketina derve rakir.
Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
Li Iraqê hejmara miriyan a di pevçûnên piştî biryara berdana siyasetê ya Muqteda es-Sadr destpêkirin de derket 25’an.
Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê li Bexdayê qedexeya derketina ji derve ragihand.
Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê dê di 30 tebaxê de dê danişîna fesixkirina Parlamentoya Iraqê pêk bîne.
Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
Baregeha leşkerî ya Zîlkan a li ser sînorê bajaroka Başîka ya girêdayî Mûsilê ya Tirkiyeyê hate bombekirin.
Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona gengaz a Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê de wiha got: “Operasyona leşkerî ya nû ya li Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”
Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
Pêşengê Tevgera Sadr, Muqteda es-Sadr ragihand ku xwepêşana dihat payîn di roja înê de li dar bixin, bo demekî nediyar taloq kirine.
Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Qahîreyê di dêrekê de şewat derket. Li gorî agahiyan, di encama şewatê de herî kêm 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
- Xoşnav Ata, diyar kir ku biraziyên wê Mîhrîban û Gulperîn Ata bi çekên kîmyewî hatine kuştin û bi çalakiya li pêş OPCW’yê daye destpêkirin re daxwaz dike ku çekên kîmyewî yên ku Tirkiye bi kar tîne bên lêkolînkirin.