Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, dê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Dusseldorfê meşeke protestoyî bê lidarxistin.
Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û xwestin Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê bê berdan.
Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
Komên çekdar ên Nîjeryayê êrişî bakurê rojavayê welêt kirin. Di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin û gelemperî jê jin bi giştî 80 kes jî hatin revandin.
Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
Li Girtîgeha Navendî ya Zahedan a Belucistanê 15 girtî hatin darvekirin. Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê agahî nedane malbatan û wan darve kirine.
Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
Piştî ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jenas Stoltenberg serdana Tirkiyeyê kir vê carê jî Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson tê Tirkiyeyê.
Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
Fîlozofê navdar Noam Chomsky bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.
Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
300 nivîskar, rewşenbîr û aktîvîstên sivîl ên ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevpar bang li rejîma Îranê kirin û jê xwestin ku dawî li girtina rojnamegeran û zextên xwe bîne.
Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
Gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku guh nade gefên rejîma Îranê, bi pêşengtiya jin û ciwanan ber bi şoreşê ve diçe. Li gel ku heta niha herî kêm 304 kes hatine qetilkirin jî çalakî roj bi roj mezintir dibin.
Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
Parlamenterê Iraqê Mûhammed Seyhud, bang li hikûmeta Iraqê kir û got: “Li dijî êrişên Herêma Federal a Kurdistanê û Şengalê bêdeng nemîne.”
Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
Hat ragihandin ku êrişeke bombeyî li dijî kampa leşkerî ya Somaliyê hat lidarxistin û di teqîna derketiye de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
SOLIDARIES û SNJ’ê ku xwestin 9 rojnamevanên kurd ên li Enqereyê hatin girtin bên berdan, diyar kirin ku rojnamevanan ji ber polîtîkayên otoriter ên Erdogan ji rayagiştî re ragihandin hatin girtin.
Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
Parlamentera Partiya Çep a Alman Gokay Akbûlût ji bo heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn vekolin serî li OPCW'yê da û got: "Sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin. Divê operasyon bên sekinandin."
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
Li dijî Serokwezîrê Pakistanê yê Berê Îmran Han êrişeke sûîqestê hat kirin. Di encama êrişê de Han ji lingên xwe birîndar bû.
Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
Senator Gorka Elejabarrieta Diaz ê ji Herêma Bask a Îspanyayê ji bo rojnamevanên hatin girtin, ji Serokatiya Senato ya Îspanyayê re pêşniyazpirsek pêşkeş kir.
Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
Partiya Serokwezîr Mette Frederiksen a Partiya Demokratên Civakî di hilbijartina duh a Danîmarkayê de di nava parlamentoyê de bû yekem.