Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
Li Lîanjîangê êrişî pêşdibistanekê hat kirin. Di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
Rojnamevan Nazîla Maroofian a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin re hevdîtin kir, careke din hat girtin.
Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
Doç. Dr. Selîm Eskîîzmîrlîler ji bo protestoyên li Fransayê ku piştî Nahelê bi eslê xwe ji Cezayîrê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin dest pê kiribûn, diyar kir ku ev "serîhildana zarokên esmer" e û got ku ev serîhildan encama krîza pergalê ye.
Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîlê ragihand ku êrişa li dijî Cenînê daye destpêkirin bi dawî kiriye û yekîneyên xwe paşve kişandiye. Di encama êrişên du rojan de herî kêm 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
Polîsan yewnan bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelek kesên ji Tirkiyeyê sirgûn bûne li wir dimînin. Di serdegirtinê de 50 penaberên kurd hatin binçavkirin û tê gotin ku dê bişînin kampên cuda.
Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
Aktîvîsta Mafên Jinan Elaha Delawarzî ku li Efganistanê hatibû binçavkirin, diyar kir ku Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Talîban ê berê Karî Saeed Khostî destdirêjî li wê kiriye û bi darê zorê hewl daye wê weke kole bixebitîne.
Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo diyar kir ku hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû û wiha got: “Xwest dengê xwe bigihîne jor. Hinek dibêjin xiyanet bû lê ne wisa bû. Mirov bi vê mantiqê nikare Rûsyayê fêm bike. Heke bikariya xwe bigihanda Moskovê û pirsgirêk vegotina, dê bandorekî erênî li ser stratejiya şer bikira. Lê li hêla din jî vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derxistin holê.”
Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di meha hezîranê de herî kêm 52 kes û di nava 6 mehan de jî 354 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.
Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
Di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li Şerîeya Rojava de 5 kes mirin û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
Bîlançoya çalakiyên protestoyî yên li Fransayê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyan, di nava 6 rojan de herî kêm 5 hezar wesayît û hezar avahî hatin şewitandin û zêdetirî 5 hezar kes hatin binçavkirin.
Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
Boteke ber bi Giravên Kanaryayê ve diçû noqî avê bû û 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
Çalakiyên li Fransayê yên ji ber kuştina Nahel M. hatine destpêkirin di roja pêncan de didomin. Di roja dawî de herî kêm 719 kes hatin binçavkirin.
Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê bal kişand ser rewşa Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.
Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
Li Fransayê serhildana ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve dest pê kir, di şeva sêyemîn de bêhtir dijwar bû. Şaredarî, wesayitên giştî, firoşgeh, wesayit û dibistan hatin şewitandin. Herî kêm 667 kes hatin binçavkirin.
Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
Aleksîs Çîpras diyar kir ku ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa dike û wiha got: “Dema destpêkirina serdemekî nû hatiye. Dibe ku encama neyînî destpêka vê serdemê be û divê bibe.”