Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê çapemeniya azad paşvetir çûye. Rojnamevan Şêroo Urmiye got: "Ger nûçe li gor bîrdoziya dewletê bin û derew bin jî, sûc nayên hesibandin. Lê berevajî wê wekî sûc tên qebûlkirin."
Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hate lidarxistin de, Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn û Komkujiya Sînameya Amûdê hate protestokirin.
Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê ya Amerîkayê ya li Iraqê dîsa êriş hate kirin.
WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku têkiliyan wan a bi Nexweşxaneya Şifayê qut bûye û anî ziman ku êrişên Îsraîlê yên li dijî dora nexweşxaneyê didomin.
Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 11 hezar û 78'an û 2 hezar û 700 kes jî winda ne.
Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku li girtîgeheke Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan re hatibû birîn, bi awayekî komî hatin darvekirin.
Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
Li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê de li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat sekinandin û banga berpirsiyariyê li saziyên navneteweyî hat kirin.
Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
Raportorê Taybet ê NY’ê Balakrishnan Rajagopal li ser mînaka li Xezeyê diyar kir ku hedefgirtina qadên sivîlan û rûxandina binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Li Îranê erdhej çêbû
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya.
Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, ragihand ku artêşa Îsraîlê ketiye navenda Xezeyê.
Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir ku ji bo rewşên wekî ketina alîkariya mirovî û berdana rehîneyan dikarin li Xezayê navberekê bidin şer lê agirbesteke giştî çênabe.
Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
Piştî ku li 11 navendên Swîsreyê komîte hatin avakirin, amadekariyên xwe bi dawî kirin, li Lûzernê bi çalakiya xeleka ji mirovan pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin.
Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' li Parîsê tê lidarxistin, diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê otobûsa rêwiyan hedef girt.