Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû. Serokê Dewleta Bolîvyayê Arce wiha got: “Bijî demokrasî, biqehirin darbe.”
5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
Li Swîsreyê di çaroveya kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin de bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin.
Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Qanûnên xwe bi cih bînin.”
NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bû Sekreterê NATO’yê yê nû.
Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY’ê ragihand ku ji 7’ê cotmehê heta niha li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.
Li Slovenyayê ‘Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ hat lidarxistin
Li paytexta Slovenyayê Ljubljanayê “Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re” hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.
Di êrîşa li Dagistanê de 4 sivîl û 15 polîs mirin
Hat ragihandin ku di êrîşên çekdarî yên li dijî sînagog, du dêr û nuqteyek polîsan ên li paytexta Mahaçkale û bajarê peravê Derbentê ya Dagistanê de herî kêm 19 mirine.
Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê ragihandin ku 19’ê Hezîranê roja çarşemê li Peravên Kanaryayê di keştiyekê de cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin û 68 kes jî hatine rizgarkirin.
Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ku li Koreya Bakur bi merasîmeke mezin hate pêşwazîkirin, diyar kir ku ji Kim Jong Un têkildarî şerê li dijî Ûkraynayê piştgirî wergirtiye. Herdu welatan peymana parastinê îmze kirin.
Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin ku 323 ji wan Misrî bûn.
‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
Hat destnîşankirin ku Ramanger Naom Chomsky ê bi awayekî çalak piştevaniya têkoşîna azadiya kurd dike jiyana xwe ji dest nedaye.
Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, serê sibê li bakurê welêt agir bi nexweşxaneyekê ket. Hate ragihandin ku di encama şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin.
Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Îsraîlê bi balafrian êrişî Wargeha Penaberan a Nûsayrat a li Xezayê kir. Di encama êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
Rayedarên rûsî ragihandin ku DAIŞ’iyên ku li girtîgeha li herêma Rostavê du peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatine kuştin.