Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
Li Îranê ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye 3 roj şîn hate ragihandin. Artêşa Muhafizên Şoreşê got ku dê bersiveke tund bidin Îsraîlê.
Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
Li Venezuelayê Maduro bi dengê ji sedî 51,20 cara sêyem wek serodê dewletê hate hilbijartin. Di çalakiyên piştî hilabijartina Maduro dest pêk kirine de encama çalakiyan girantir dibe. Di pevçûnên heya niha de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.
Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
Ji pêşengên Hamasê Îsmaîl Haniye li Tehranê di êrişê de hate kuştin. Îsraîl, DYA û Hamasê têkildarî êrişê daxuyanî dan.
Serokê Hamasê hat kuştin
Serokê Buroya Siyasî ya HAmasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima hat kuştin.
Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
Li Venezuelayê muxalîfên destnîşan kirin ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin, daketin kolanan. Di çalakiyên protestoyan de kesek hate kuştin.
Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Hindîstanê piştî barana bibandor hezaz çêbû û li gorî agahyên hatine parvekirin 24 kesan jiyana xwe ji dest da.
Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bersiv da gefên Erdogan ên li ser Îsraîlê û got “Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe.”
Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
Di hilbijartinên Venezuelayê de Nicolas Maduro cara 3’yemîn hate hilbijartin û bû serokê dewletê.
KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
Berdevkê Karên Derve yê Almanya yê KON-MED'ê Zana Serhed, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêk bînin.
NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
NY’yê ku rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser Tirkiyeyê weşand, diyar kir ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê rê li ber fikaran vedike û xwest bê rakirin.
Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re name şandin û wiha bang kirin: “Em dixwazin Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên nîvcoyî mane ji nû ve bên destpêkirin.”
Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
Beriya torena destpêkê ya Olîmpiyatên Parîsê ya 2024’an, li dijî rêhesinên Fransayê êriş hate kirin.
Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re li Moskovê civiyan.
Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
Li bajarê Katmandu ya Nepalê balafirek ket. Di qezayê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
14 rêxistinên filistînî ku li paytexta Çînê Pekînê hatin gel hev, di mijara hikûmeta yekitiya neteweyî de lihev kirin.