Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
Bagera Fung-wongê ku li Filipînê rê li ber mirina du kesan vekir, ber bi Behra Çîna Başûr ve çû.
Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
Dengdana taybet a ji bo Serdema 6’emîn a Parlamentoya Iraqê, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.
Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
Li paytexta Îtalyayê Romayê ji bo bîranîna endama Akademiya Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarselê, Mihrîcana Dengên Arkaîk hate lidarxistin.
Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av û xizmetên tenduristiyê bên dabînkirin, banga piştevaniyê kir.
Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
Hat diyarkirin ku di meha Cotmehê de li Îranê 217 kes hatine bidarvekirin.
Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
Dîroknasê Îtalî Emilio Gentilo, piştgirî da pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Gavên PKK’ê ji bo cîhanekî baştir hêviya mirovahiyê geş kirin.”
Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
Bajarê Annecy a Fransayê, ji ber têkoşîna wê ya edalet û azadiyê, hemwelatiya rûmetê da xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî.
Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê li Parlamentoya Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina, got: “Biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê weke nîşaneya îradeya siyasî û berpirsyariya ji bo aştiyê ye. Dor a dewleta Tirk e.”
Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
Ji ber Bagera Kalmaeiyê li Filîpînan herî kêm 188 kesan, li Vîetnameê jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bager, ber bi Kamboçya û Laosê ve diçe.
Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
Serokê Dewleta Filipînan Ferdinand Marcos Jr, da zanîn ku di Bagera Kalmaegiyê de 114 kesan jiyana xwe ji dest dane û li welat “rewşa karesatê” ragihand.
DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
DYA'yê pêşnûmayek ji bo rakirina mueyîdeyên NY'yê yên li ser Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê El Şera pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kir.
Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
Di hilbijartinên Şaredariya New Yorkê de namzetê Partiya Demokrat Zohran Mamdani bi ser ket û bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê.
Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Li Bajarê Tûzla yê Bosna Hersekê, agir bi aramxaneyekê ket. Di şewatê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
Hat ragihandin ku li DYA'yê di balafira kargoyê ya ket xwarê de, 7 kesa mirine û 11 kes jî birîndar bûne.