Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
Wezareta Parastinê ya DYA'yê, diyar kir ku dê kapasîteya leşkerî ya li Rojhilata Navînê bê zêdekirin.
Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
Saziyên şoreşger, demokrat û rewşenbîr ên li bajarê Stuttgard û derdora wê avakirina Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan ragihandin.
Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
Rejîma Îranê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade qetil kir.
Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
Îsraîlê paytexta Lubnanê Beyrûd ji hewayî ve bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 56 kesan û ya birîndaran jî bû 3 hezar û 900 kesan.
Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
Lîderê Îranê Hamaney bersiv da gefa êrişê ya Serokê DYA’yê Donald Trump û got heke êriş were kirin ew ê “bersiveke xurt” bidin.
DYA'yê USIAD'ê fesix kir
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ajansa Geşepêdanê ya Navneteweyî ya Emerîkayê (USAID) fesix kir.
Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe deriyê diyalogê vekiriye û got ku pêşveçûna pêvajoyê divê Ocalan azad be.
Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
Li Myanmarê di erdhejên bi pileyên 7,7 û 6,7 pêk hatin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan hezarî derbas kir.
BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
Komîteya Piştevaniya Beluc diyar kir ku rojnameger Muhammed Usman Khan ji ber ku dîmenên êrişên li dijî Belucan kişand lewma hate revandin û windakirin.
Îranê bersiv da nameya Trump
Wezareta Karên Hundir a Îranê ragihand ku wan bersiv daye nameya Serokê DYA’yê Donald Trump ku vedixwîne muzakereyên nukleerê.
Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
Li nêzî herêma Sagaing a Myanmarê du erdhejên cuda yên bi dijwariya 7,7 û 6,4 rû dan.
Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
Serokwezîrê Awûstûryayê yê berê Heinz Fischer û siyasetmedaran diyar kirin ku Abdullah Ocalan gaveke dilwêrek avêtiye û gotin: “Divê Tirkiye guh bide vê banga Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bibîne.”
Çalakiyên li Belucistanê didomin
Çalakiyên gelê Beluc li dijî êriş, binçavkirin û windakirinên bi darê zorê yên Pakistanê dane destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam in.
Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
Berdevkê Hamasê Abdullatîf el-Kanu di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.