De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
Sekreterê Giştî yê FLC CGIL’ê De Conca diyar kir ku bandora banga Abdullah Ocalan ne tenê bi herêmê re sînordar e û got: “Fikrên Ocalan, ji bo krîza demokrasiyê ya em dijîn çareseriyê pêşkeş dikin.”
Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî Xezeyê daxuyanî da û xwest ku têkildarî pevguhertina dîlgirtiyan peyman were çêkirin.
Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
Di encama êrişên hewayî yên di nava 24 saetan Îsraîlê li Xezeyê pêk anî de herî kêm 81 Filistînî hatin qetilkirin û zêdetirî 400 kes birîndar bûn.
'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencûs êrîşa navbera Îsraîl û Îranê û biryara agirbestê ya piştî wê nirxand û got, "Rojhilata Navîn ancax bi demokratîkbûyînê dikare aştiyê pêk bîne. Ji bo vê jî pêwîste nêzîkatiyeke rêxistinbûyî ya gel hebe. Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e."
Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
Di roja duyemîn a konferansa 100’emîn salvegera serhildana Şêx Seîd de dîroka serhildanê û bandora wê ya li Rojhilat, Bashûr û Rojava tê gotûbêjkirin.
DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
Şandeya DEM Partiyê, ji bo nirxandina geşedanên Rojhilata Navîn û cîhanê di 22-28’ê Hezîranê de li Amerîkayê dest bi hevdîtinan kir.
Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
Rojnameger Îkram Balekanî diyar kir ku agirbesta di navbera Îran-Îsraîlê de agirbesteke demkî ye û got: “Formula çareseriya Îranê, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a Abdullah Ocalan e. Bi vê yekê re şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ dê dîsa dest pê bike û heta serkeftinê bidome.
Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
Rojnameger Resûl Geleban diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê li herêmê zemîna guherînê amade kir û got: “Heke PJAK, PDK-Î û Komala bibe yek, dê bikarin konfederalîzma demokratîk a mîn li Rojava ava li Îranê ava bikin.”
Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
Tevî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de jî Îsraîlê êrişên hewayî yên nû li dijî Îranê kir.
Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îdia kir ku Îranê agirbest binpê kiriye û wî jî ferman daye ku li dijî Tehranê êrişeke dijwar were destpêkirin.
Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Îranê de “agirbesteke tam û bêkêmasî” hatiye kirin û bi vê yekê re dê şer bi dawî bibe. Press TV’yê jî got ku ji saet 07.30’ê ve agirbestê dest pê kiriye.
Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Karên Hundur a Ûkraynayê daxuyand ku Rûsyayê êrişî Kîevê kir û di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
Yek ji şêwirmendên rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney bi aşkerayî gef li DYA’yê xwar û banga girtina Tengava Hurmuzê kir.
Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu têkildarî êrişa DYA’yê ya li dijî Îranê daxuyanî da û got: “Ev êriş dê dîrokê biguherîne.”