Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, bi Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron re hevdîtin kir.

Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê
Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê

Seroka EUTCC Kariane Westrheim, çalakgerên greva birçîbûnê yên 120 roj in li Strasbourgê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kir. Westrheim bang li siyasetmedar û saziyên eleqeder ên Ewropayê kir û xwest li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê.

Uca ji Konseya Ewropa pirsî: Hûn ê li hemberî binpêkirina girtîgehan tedbîrên çawa bistînin?
Uca ji Konseya Ewropa pirsî: Hûn ê li hemberî binpêkirina girtîgehan tedbîrên çawa bistînin?

Endama Konseya Ewropayê Feleknas Uca, ji Komîserê Mafên mirovan a Konseya Ewropa Dunja Mijatovic pirsa: "Li Girtîgehên Tirkiye bi rêk û binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Hûn ê tedbîrên çawa bistînin?" Pirsî.

Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir
Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir

Serokdewletê DYA Donald Trump, diyar kir ku DYA Muhafizên Şoreşa Îranê wekî rêxistina terorê qebûl dike.

NY: Zedetirî 113 milyon mirov birçî ne, li Sûriyê rewş xeter e
NY: Zedetirî 113 milyon mirov birçî ne, li Sûriyê rewş xeter e

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 113 milyon kes li 53 welatan ji ber şer zor û zahmetiya "birçîbûna tund" dijîn. Sûriye kete rêza 8’emîn a lîsteya welatên ku bi rêjeya ji sedî 20 bi birçîbûnê rû bi rû ne.

Emerîka pêwendiya Tirkiyeyê ya bi projeya F-35'an re sekinand
Emerîka pêwendiya Tirkiyeyê ya bi projeya F-35'an re sekinand

Ajansa Nûçeyan a Reutersê, nûçeyek derbas kir û diyar kir ku rayedarên Emerîkî ji hempîşeyên xwe yên Tirk re ragihandine ku teslîmata teçhîzata balafirên şer ên F-35 hatiye rawestandine.

Serokê Zelandaya Nû: Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin
Serokê Zelandaya Nû: Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin

Li bajarê Christchurch ê Zelandeya Nû, di dema nimêja Înê de, li dijî 2 mizgeftan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Serokê Zelandeya Nû Jacînda Ardern, darbarê bûyerê de daxuyanî da û got: "Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin."

Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê

Li Zanîngeha ULB a li paytexta Belçîka Brukselê, der barê jîneolojiyê de panelek hat lidarxistin. Di panelê de, ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de banga piştevaniyê hat kirin.

Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê

Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bikevin grevê û ji bo tevlîbûnê bang li hemû jinan hate kirin.

Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin

Li Portekîzê, li dijî tundiya navmalê ya li dijî jinê, ala heta nîvî hatin daxistin û li Desteya Wezîran deqeyek rêz hate girtin.

Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PTI’yê, Polîstanê li nêzî gundê Garend Kalaan ê li herêma Budgam a Cammu Keşmîrê, balafireke şer a aîdê artêşa Hindistanê xist. Di bûyerê de 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan.

Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gutteres diyar kir ku kulmek mirov xwediyê nîvê dewlemendiya dinyayê ne û got: "Qewimînên cudakariyê, bêwekhevî, bêedaletî, sosyal aborî û mafên çandî yên tên binpêkirin ji aloziya civakî û pevçûnên îroyîn re dibe sedema bingehîn û pêk tîne."

Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Kurdên li Sûriyeyê nîne û destnîşan kir ku operasyonek leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî rû tuneye.

Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat

Xelata Martin Ennals, dan aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamat. Ji bo xelatê sê kes mabûn fînalê. Yek ji van kesan jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bû.

Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin
Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin

Li Baytextê Fransa Parîsê agir bi avahiyekê ket. Di şewatê de herî kem 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

< 129 130 131 132 133 > Rupel 131 / 145