Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
Rojnameger Farhad Shamî, geşedanên li Libyayê pêş dikevin nirxand û diyar kir ku êdî şerê li herêmê bûye şerê navbera Libya û Tirkiyeyê.
Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
Sendîkayên ku li Îngilistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya dimeşînin, dibêjin “Dem hat” û ji ber vîrûsa koronayê sibê bi mitîngeke online dê bên gel hev.
Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat
Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê, ragihand ku li Idlibê li dijî dewriyeya hevpar a rûs-tirk teqîn pêk hatiye û birîndar hene.
Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
Hevdîtina Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed Tirkiyê aciz kir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyanî da û got: “Pirsnîşanên cidî çê kiriye.”
Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
69 endamên Parlementoya Ewropayê name ji Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borelle re nivîsandin û gotin: “Divê kirinên AKP’ê yên li dijî hiqûqê neyên tolerekirin.”
Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, anî ziman ku rewşa li Lîbyayê wekî ya Sûriyeyê veguheriye şerê wekaletê û got: "Lîbya welateke ku dilê her kesî dibijîne xwe. Bi tabîra amiyane, dê nehêlin Tirkiye bi tena xwe wê pasteyê bixwe."
18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike
18 rêxistinên mafên mirovan ên ku di qada navneteweyî de parastina mafên mirovan dikin, bi nameyek hevpar diyar kirin ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê komkujiya nijadî dike.
Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
Pisporên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî înfaza girtiya siyasî ya Kurd Hedayat Abdollahpour, bi zimanekî tund şermezar kir.
Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
Di rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’ ya Koma Qrîzê ya Navneteweyî de hatiye diyarkirin ku welatiyên ku tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane di navbera 5-9 hezaran de ne û piştî ku 3-4 salan rakevin dê bên berdan.
Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
Hikûmeta Çînê, ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ ku tê plankirin li Hong Kongê pêk bîne erê kir.
FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
Serokê FED’ê Jerome Powell, diyar kir ku bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye.
Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
Serokkomarê Fransayê Macron bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re civiya û ragihandin ku di serî de li ser Lîbya û gelek mijaran amadene ku bi Rûsyayê re xebatên hevpar bikin.
Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser bombebarana Tirkiyeyê ya li ser xaka Herêma Federe a Kurdistanê got; “Divê binpêkirinên ji aliyê eskerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêktên û sînor derbaskirina balafirên şer ku bûye sedemê mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.”
Li Lîbyayê ji bo çareseriyê biryarên Konferansa Berlînê bibîr xistin
Wezîrên Karên Derve yên ereban, diyar kir ku çareseriya siyasî ya Libyayê di qutkirina transferiya mirovên biyanî ya Lîbyayê re derbas dibe. Wezîran xwest Neteweyên Yekbûyî û civaka Navneteweyî biryarên Konferansa Berlînê têxin meriyetê.
Çalakgerên DYA'yî çalakî vegotin: Divê bi çavê berxwedêran heqîqet bê dîtin
Çalakgerên ku ji herêmên cuda yên DYA'yê tev li çalakiya George Floyd bûn, diyar kirin ku çalakiyê rê li pêş guhertinek mezin vekir. Çalakger Canaan Mattson xwest gelê cîhanê bi cavên berxwedêran rastî û heqîqetê bibîne.