Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, diyar kir ku divê ji bo penaberên Sûriyeyê piştgiriya malî ya Tirkiyeyê bê berdewamkirin û lihevkirina penaberan bê rojanekirin.
Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
Partiya Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di hilbijartinên giştî de bi dengekî bilind bi ser ket. Gelek çavdêr ji çalakiyên protestoyî bi fikar in.
Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
Namzetê mûhafazaker Erkdarê Darazê Îbrahîm Reîsî bû Serokkomarê 8'emîn ê Îranê.
Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
Hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, li Cenevreyê dest pê kir.
Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, wê li paytexta Swîsre Cenevreyê bên gel hev. Tê payîn ku Biden û Putin di hevdîtina de gelek geşedanên di demên dawîn de diqewimin binirxînin.
Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
Berdevkê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl, ragihand ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li başurê Kurdistanê û binpêkirinên sînor li Wezareta Karên Derve ya Iraqê liv û tevgergeke dîplomatîk heye.
Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
Serokkomar Erdogan, di Civîna Bilind a NATO’yê de bi Serokwezîrê Îngilistanê Johnson û Serokwezîra Almanyayê Merkel re hat gelhev.
Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
Hevdîtina di navbera Serokkomar Erdogan û Serokkomarê Fransayê Macron de bi dawî bû. Li gorî daxuyaniyên ku Qesra Élyséeyê da; Macron ji Erdogan re gotiye ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, diyar kir ku di mutefîkiya xwe de di kêliyeke girîng de ne û ev tişt got: “Bi konsepta Stratejiya 2030’an di têkiliyên transatlantîk de em beşeke nû vedikin.”
Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent ku li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dike, ev bang li Civîna Bilind a NATO’yê kir: “Divê kes kurdan paşguh neke.”
Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
Di rojeva Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkkomar Recep Tayyîp Erdogan ku wê li Civîna Bilind a NATO’yê hevdîtin pêk bînin de S-400, geşedanên li Sûriyeyê, pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo Balefirgeha Kabîlê hene.
Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
Raportorê NY’yê Mary Lawlor, banga berdana parastvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Tirkiye, bi girtina parastvanên mafên mirova, mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”
'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
Civakên Gelan ên di Bin Gefê de ne (GfbV), diyar kir ku Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne û kurdan ji Efrînê derdixe û li şûna “îslamîstên radîakl” bi cih dike.
Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
Rojnameya Îngîlîstanê Mornîng Star, bi manşeta "TSK’ê di operasyona derveyî sînor de, çekên kîmyewî bi kar aniye" derket
Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku filistîniyên di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 174’an.