Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
UNESCO û Desteya Parastina Peyker û Sîteyan a Navnetewî serdana Qesra Artûklû ya li Girê Amîda kirin û li qada kolandinê û sûrên dîrokî lêkolînan pêk anîn.
Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
Şanoger Yavûz Akkûzû da zanîn ku li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê 10 komên şanoyê hene û wiha got: "Ev 10 komên şanoyê di vê pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê kurdî de berxwedaneke mezin e. Heke ev zext û zilm li kê bûbûna niha li holê nediman, lê ya kurdan li dijî qedexekirinan bertek e û dixwazin tiştekî ava bikin."
Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
Semîre Demîrel ku 35 sal berê ji dengbêj Miradê Kinê kilama Seyrê û Eliyê Mamed bihîstiye, çîroka vê stranê kir pirtûk.
Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
Mak Pirtûk a li ser înternetê dest bi firotina pirtûka kir, diyar kir ku ew li Ewropayê dixwazin bibin deng û rengên ciwanên kurd.
‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku desthilat bi mîhrîcanên li dar dixe, dixwaze li Kurdistanê tiştên anîne serê gel bide jibîrkirin û got ku bi qedexekirina konserên kurdî asîmlasyonê tê domandin.
Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
Stranbêj Derya Cengîz ji ber piştgirî daye stana bi navê “Hêviya Çi” ya nirx, bawerî û felsefeya jiyana wê venabêje, lêborîn xwest.
Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
Encamên 12’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin. Rojnameya Xwebûnê ji ber tevkariya xwe ya ji bo zimanê kurdî xelata “Kedê” wergirt.
Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan der barê wêjeya kurdî de destnîşan kir ku dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye û got: “40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye?”
Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
Egîtîm Sena Amedê ya Şaxa Jimara 1'emîn encama Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkal eşkere kir. Di pêşbirkê de 6 kes bi ser ketin.
‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê destnîşan kirin ku Destar li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyi ye û ew dixwazin li dijî modernîteya kapîtalîst wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin.
ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
Şanoger Bêrîvan Budakbeyoglû têkildarî atolyeya şanoyê dê ŞanoWan li dar bixe agahî da û gazî ciwanan kir ku biçin qeyda xwe çêbikin.
Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
Hejmara nû ya kovara mîzahê ya bi kurdî Golik ku girtî dinivîsin û xêz dikin, bi berga “Jin jiyan azadî” derket.
Nivîskarên girtî bi bîr anîn
Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên Di Zîndanan De” komxebatek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar û wêjehezan helbestên nivîskarên kurd yên di zindanan de xwendin.
Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
Hunergeha Welat ku li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe hunerî bir ê ve dibe, bi klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî.
Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
Kovara Destarê ya wêjeyî bi hejmara xwe ya 6’an a demsala payîzê derket pêşberî wêjehez û kurdîhezan.