Ma Musîcê konser da hezaran
Ma Musîcê konser da hezaran

Ma Musîcê, li Stenbolê bi beşdariya bi hezaran konsereke bicoş pêk anî.

Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin

Li Kadikoyê dîwana dengbêjan hat dayîn û dengbêjan bi kilaman êş û azara gelê kurd anîn ziman.

Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk

Zarok Ma’yê li Anka-Derê ji bo zarokan konsereke biçûk dan.

Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir

Koma Ma ku li Enqereyê konserek li dar xist, kilamên xwe diyarî jinên berxwedêr kir.

Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin

Koma Ma, dê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê konseran li dar bixe. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang kir û wiha got: “Werin muzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”

Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e

Derhênerê lîstika “Seyrana Li Çeper” û gelek lîstikên din Nazmî Karaman têkildarî şanoya kurdî axivî û got: “Di şanoya kurdî de ruhekî azad heye. Gelek çîrokên me hene lê mixabin nivîskarên em tune ne binivisînin.”

Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj

Şaredariya Silopiyayê bernameyê Dengbêjên Jin li dar xist. Jinên dengbêj ên ku derketin ser dikê, bi klamên xwe beşdar mest kirin.

Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin

Li Aryen Komê ku ev 4 sal in li Wanê bi zimanê dayikê perwerdeya çand-hunerê didin, qeydên qursa muzîkê dest pê kirin.

Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e

Nivîskarê lîstika “Kûçikê Stalîn” Zinar Ataman diyar kir ku şano ji bo zindîhiştina ziman, çand û dîrokê girîng e û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayek azad li her deverê derkevin pêşberî temaşevanan û hebûna xwe bidin nîşandan.”

Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin

Li Mêrsînê, Enqereyê û Stenbolê şahiyên Serê Salê hatin lidarxistin.

Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
Konsera 'serê salê' hat lidarxistin

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, bi boneya “Sersala Kurdan” konserek li dar xist.

Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin

Li Cizîrê serê salê bi coş hat pîrozkirin.

Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
Hunermend Tunç albûmeke nû derxist

Hunermend Ferhat Tunç îro 15 berhemên xwe yên di demên berê de hatibûn weşandin di bin navê albûma “Stranên Winda” de berhev kir û pêşkeşî guhdaran kir.

Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin

Lîstika "Seyrana Li Çeper" a Nîsk Hunerê, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin.

'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'

Nivîskar Sîdar Jîr bilêv kir ku divê wêjeya kurdî bibe milkê dinyayê û got: “Ya girîng divê wêjeya kurdî, erebî, farisî û tirkî baypas bike. Ji ber ku her sê jî zimanên hegemon ên li ser zimanê kurdî ne û dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar. Divê berhemên kurdî rasterast ji kurdî bên wergerandin. Ne bi rêya erebî, farisî û tirkî.”

< 65 66 67 68 69 > Rupel 67 / 183