Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
Albûma nû “Lorîn” a hunermend Mizgîn derket. Mizgîn behsa albûma xwe û bandora muzîkê kir. Mizgîn ku terhên cuda tîne gel hev got: “Min xwest di albûma xwe de herçar perçeyên Kurdistanê bînim gel hev.”
Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
Karkerê înşaatê Hakan Ottaşê ku tesîr ji karkera tekstîlê helbestvan Sennûr Sezerê wergirt û dest bi kişandina wêneyan kir, dê wêneyên ku di 5 salan de kişandine di înşaata ku lê dixebite de pêşkeş bike.
Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
Mihrîcana Fîlman a Yilmaz Guney piştî du salan di 27-29’ê Nîsanê bi dirûşma "Em bi Hêvî Dîwarên li ser Rê hildiweşînin" tê lidarxistin.
Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
Wênesazên kurdên Îranî Îdris Samanî û Beşîr Nasêrî li Amedê pêşangeha wêneyan vekir.
Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
Yek ji helbestkarê herî biçûk ê kurd Ferhat Erîpek ê 19 salî ye. Ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîsîne. Bi karkeriya înşatê debara xwe dike. Erîpek ê ku pirtûka yekem çap kir, niha jî amadekariya çapkirina pirtûka duyem dike. Erîpek got ku ji ber zextên li ser zimanê kurdî du salên dawî ye helbestên xwe bi kurdî dinivîsîne.
Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
Înîsiyatifa Hunermendan ya nû MezopArt, armanc dike ku hemû ziman û çandan bigînin hev. Sazumankara MezopArtê Îlkay Bîlgîç, diyar kir ku armanc dike ku heta bi koka xwe re aş nebin, nikarin aramiyê bibînin û wiha got: "Em dê çîrokên xwe bêjin. Em dê van çîrokan bi hevre jîn bikin"
Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
Yek ji berhemên dîrokî yê Wanê jî Pira Şeytan a li ser Robarê Bendî Mahî ye. Her çend qedexe be jî, wesayîtên bargiran di ser pirê de diçin û ev yek dibe sedema rewşên talûke.
Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ji aliyê kesên li xezîneyan digerin ve tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne.
Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
Serdema duyemîn a "Şanoya Cînarê Min” di 16’ê Nîsanê de dest pê dike. Perwerdekarê atolyeyê Derhêner Nevzat Sus bal kişand ser çewisandinên şanoyê û got: “Eger em inyad nekir, em ê mirovatiya xwe winda bikin.”
Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
Mehmet Ozguzê ku dîmenê kûçikê ku li ber serê kûçikekî mirî sekinîbû û digiriya tesîr lê kir, piştî vê bûyerê meraqa wî ya ji bo wêneyan çê bû û bi saya vê yekê nêrîna wî ya li cîhanê guherî.
Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
Şanoya Mencel bernameya xwe ya meha nîsanê aşkere kir. Yek jê lîstika zarokan dê di vê mehê de 3 lîstik bên pêşandan. Lîstika “Derwêşê Evdî” jî dê ji bajarê Urmiyê bê Wanê û bibe mêvanê waniyan.
100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
100 jinên bi armanca bertek nîşanî fermana Serokatiya TBMM ê nehişt hunermendên şanoya jin derbikevin ser dikê, di Şanoya Kenter de derketin ser dikê û gotin: “Em li her derêne, li ser dikêne, oxx ji we re.”
Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
Helbestkar Ulku Tamer ê ji nexweşîna penceşêra pişikê dihat dermankirin di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
Hunermend Mizgîn bi navê “Lorîn” albumek nû derxist. Mizgîn di albuma nu de helbesta "Bihar" a Helbestvan Hafizê Şîrazî kiriye awaz û stran. Berhemên hunermendên kurd Mihemed Şexo û Abdulwahit Zaxoyî bi awazekî cuda pêşkêş dike.
Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
Ên di hilbijartina helbestan a ji bo bîranîna wêjevanê kurd Arjen Arî pêk hat de qezenc kirin diyar bûn. Xelata helbestan helbestkarê Emerîkê Sîdîqayî girt. Xelata rûmetê jî dan TTB’ê.