Nivîskar Îlhamî Çinar di greva birçîbûnê de romanek nivîsand
Nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, di dema çalakiyê de her çend rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû jî romanek nivîsand. Çinar, ragihand ku çavê wî yê rastê pir nabîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin.
Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne
Mustafa Bîlîr (52) ji dar û textikên bi kêr nayên, hunerek balkêş hildiberîne. Darên ku berhev dike vediguherîne berhemên hunerî û berhemên wî mirovan matmayî dihêlin. Bîlîr got wî xeyala zarokatiya xwe piştî 50 saliya xwe pêk aniye û ew bi çêkirina van berhemên hûnerî êşa nava dilê xwe dixeritîne.
'Her Mal Dibistanek' xelat girt
Belgefîlmê 'Her Mal Dibistanek' ku têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê digire dest, di çarçoveya 12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentarîstê de xelata Xelata Behreyê ya Nû girt.
Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
Komeleya Lêkolînên Kurd îsal cara ewil ji bo zarokan pol vedike. Ji rêveberên komeleyê Eyyup Subaşi bang li malbatan kir û got: “Li şûna ku zarokên xwe li malê didin rûniştandin, bila bînin komeleyê zimanê xwe hîn bibin.”
Li Qersê dema festîvalê ye
Şaredariya Qersê dê yekemîn Festîvala Xwezayê û Çandê ya Serhatê li dar bixe. Bernameya festîvalê dewlemende û ji meşa xwezayê bigire heta konseran dê şahî bên lidarxistin.
Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi xetatiyê wê texrîbata şerî ya li ser xwe davêjin.
Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
Helbetsvan-nivîskar Ayhan Erkmen ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çîrokên kurdî vedibêje, diyar kir ku çîrok ruhê mirov baş dike. Ji bo ev çand bidome wê Erkmen gund bi gund bigere û çîrokan vebêje.
Hejmara 3’yemîn a fanzîna Biçûkêd Kurmancan derçû
Hejmara 3’yemîn a Biçûkêd Kurmancan ku weke “fanzîneke bi rihê şûm û şêwaza rehet derdikeve” tê pênasekirin derçû. Helbestên di fanzînê de bi piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in.
Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Hêj ku dereng nebûye bikevin tevgerê
Hewldana Jiyankirina Heskîfê xwest projeya Bendava Ilisûyê bê rawestandin û got: “Hêj ku nebûye dereng em li bendê ne ku fikrê însanan û wîjdan bikeve tevgerê.”
Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin
Galaya belgefîlma "Xaça Veşartî (Sakli Hac)" a ku qala ermeniyên kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan.
Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
Manos Kîtapê li Pirtûkxaneya Lîlav a li Amedê ji bo danasîna pirtûka helbestan a "Geldîm Sana" ya helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 25 sal in di girtîgehê de ye bernameyek li dar xist.
'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
Li Nisêbînê, derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyana "dînan" kir belgefîlm. Navê belgefîlma Kaya "Meşa Koran" e.
Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
Habîbe Daşgin peykerên xwe yên ji têlan bi pêşangehekê derxist pêşberî xelkê. Daşgin got: “Têl parçeyekî hunera min e, piştî ku ez şikil didim wê, ew dibe huner, ez bi vî çavî li têlan mêze dikim."
Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi hêceta “dê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê” pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” ya Ozgur Amed nedan girtî.
'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
Hunermend Sîmla Ûgûr ku feraseta tevna kevşop li nêzikayiya modern disepîne got ku tevn ji bo rêwitiyeke û li hemberî zîhniyeta baviksalar ku jinê dîl digire serhildan e.