Şanoya Mencelê ji mihrîcana duyemîn re amade ye
Şanoya Mencelê ji mihrîcana duyemîn re amade ye

Bernameya 2'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Mencelê ku îsal diyariyê Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin dê di navbera 10-20'ê Cotmehê de bi dûrişmeya "Di dika heqîqetê de tu jî replîkek bibêje" bê lidaxistin, aşkera bû.

Baterîstê 10 salî maqûlên dewetan dicoşîne
Baterîstê 10 salî maqûlên dewetan dicoşîne

Li navçeya Erxeniyê zarokê bi navê Huseyîn Taş ji ber xwe ve bateriyê hîn kiriye û bi bavê xwe re diçe dewetan û li batariyê dide.

Waliyê Edeneyê lîstika Kurdî qedexe kir
Waliyê Edeneyê lîstika Kurdî qedexe kir

Waliyê Edeneyê bi hinceta ewlehiyê lîstika şanoya Kurdî ya "Zargotin Zêrgotin e" qedexe kir û destûr neda ku lîstik derkeve ser dikê.

Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire

Pîlewer/ Qilêkerê li Navçeya Gêlê ya Amedê dijî û karê qilê dike Şukru Çoktan, diyar kir ku êdî kes naxwaze fêrî vî pîşeyî bibe û wiha got: "Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire."

Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir

Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi qeydên serdema payiza 2019'an kir. Komele wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kurmançkî yên Kurdî perwerde bide şagirtên xwe.

Hîn jî 'bûkok'an çê dike
Hîn jî 'bûkok'an çê dike

Halîme Yayan ku bi salan e "bûkok"an çê dike, got: "Ji bo li mala xwe daliqînim çê dikim, lê gava der û cînar, heval û hogir bixwazin ji wan re jî çê dikim."

Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh

BEKSAV'Ê ji bo 33 qurbaniyên komkujiya Pirsûsê bi berhemên 33 hunermendan pêşangehek vekir. Dê pêşangeh heta 30'ê Îlonê vekirîbe.

Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir

Li Stewrê Kargeha Hûnerê ya Zarokan a ji aliyê şaredariyê ve tê lidarxistin dest pê kir. Bernameya dê 3 rojan bidome li gundê Ewîna dest pê kir.

Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe

Şanogerên Teatra Jiyana Nû, diyar kirin ku wê di meha Mijdarê de li Stenbolê Rojên Şanoya Kurdî li dar bixin û gotin: "Werin lîstîkên me temaşe bikin."

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê, pirtûka "Toprağın Şarkısı" ya ku ji weşanên Aramê çap bûbû qedexe kir.

'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'

Li Dîlokê, Abdûllah Goren ku ji bo zarokên xwe pêlîstokan çêke xurde berhev dikirin, niha bi hesinên xurde berhemên hunerî çê dike. Goren, got: "Pêdiviya zarokan bi pêlîstokên cuda heye, lê xeyala min ew e ku divê mirov bihêle zarok bi xwe çê bikin."

Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin

Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.

Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî

Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, anîn ziman ku pêşketina zimanê Kurdî û têkoşîna demokratîk bi awyaekî pararlel bi hev re dimeşin û gotin, ji bo kurdî winda nebe û pêş bikeve pêdivî bi xebatên rêxistinbûyî heye.

Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket

Hejmara sêyemîn a kovara muzîkê ya kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derket.

Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir û ji wan xwest ku vê waneyê ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Cizîrî da zanîn ku di vê mijarê bar dikeve ser milê siyasetmedarên kurd û wiha got: “Heke siyasetmedarên me ji bo vê yekê bang bikin dê xwedîderketina ji bo kurdî zêdetir bibe.”

< 137 138 139 140 141 > Rupel 139 / 183