Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ronakê hunermend û nivîskaran pirtûkên nivîskarên girtî destnîşan kirin.
Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
Nivîskarê Kurd Kakşar Oramar bi pirtûka “Yadîgerên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an-1” bi xwîneran xwe re hate gel hev. Oremar, bi hevpeyvîn, lêkolîn û wêneyên di pirtûkê de Komaraya Mahabad a Kurd ronî dike. Oremar, di lêkolînê de nîşandan dide Komaraya ku bi navê Komara Kurd a Mahabad tê rewa kirin şaş e û ya rast “Komara Kurdîstan e”.
Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî roja destnîşankirina pirtûkan li dar bixe.
Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin
Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî, komxebata torê nirxandin. Ji beşdaran Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, diyar kir ku xebata tê kirin xebateke girîng e û got, li ser civakê qirkirineke pir mezin heye û nexasim jî piştî qeyûm hatine projeyên wan ên duzimanî hatine betalkirin, lê belê niha dîsa dest bi xebatên xwe yên duzimanî kirine.
‘Heke em kurdî biparêzin wê kurdî nemire’
Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî de anî ziman ku dê bi rik li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin. Nivîskar Veysî Ulgen jî da zanîn ku di çalakiyên saziyan de dê ewil daxuyanî bi kurdî werin xwendin. Endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven jî dest nîşan kir ku heke jin kurdî biparêzin kurdî namire.
Serlêdana dawî ya Mihrîcana Fîlm a Yilmaz Guney 25'ê Çile ye
Îsal 8'emîn Mihrîcana Film a Yilmaz Guney tê li dar xistin. Serlêdana mihrîcana fîlm di 25'ê Çile de bi dawî dibe.
'Torê kir ku em li ser ziman û çandê bibin yek'
Beşdarên komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî, bal kişandin ser girîngiya torê ku sazî û dezgehên kurdan tîne cem hev du û gotin: "Heçî dixwaze li pêşeroja xwe û zarokê xwe xwedî derkeve divê wan bi çand û zimanê xwe mezin bibin û erka xwe pêk bînin".
Bi 3 zimanan ferhenga perwerdehiyê derxistin
Perwerdekar Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ên bi salane perwerdehiya kurdî didin ferhenga perwerdehiyê ya kurdî, tirkî û îngîlîzî amade kirin.
Piştî komxebatê navê torê kirin 'Tora Ziman û Çanda Kurdî'
Tora Ziman û Çandan piştî komcivîna 2 rojan, encamname aşkere kir. Torê piştî komcivînê bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî dîyar kirin.
Weşangeran ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin
Weşangeran di Pêşengeha Pirtûkan a Çukurova de ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin. Weşangeran anîn ziman ku ji ber guhertina saziya dowîzan di sektora weşangeriya pirtûkan de firotin kêm bûye û pirtûk pir kêm firotin.
Dengbêjan li Mersînê kilam gotin
Di bernameya ku ji aliye Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê ve hat lidarxistin de dengbêjan kilam gotin.
43 xwendekaran çîrokên xwe di pirtûkekî de gihandin hev
Pirtûka bi navê “Serpêhatiya Pênç Hezar Salan (Beş Bîn Yillik Seruven)” ku ji 45 çîrokê 43 xwendekaran pêk tê, di Fûara Pirtûka ya Çûkûrovayê de cihê xwe girt.
'Divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike
Beşdarvanên Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, destnîşan kirin ku divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike û gotin, wê Tora Ziman û Çandan di pêşerojê de bibe tovek ji bo sererastkirina çand, huner, wênesaziyê û hemû beşên hunerê yên din.
Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'
Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9'an de ye. Heta niha 811 hezar û 307 peyvên kurdî li Wîkîferhengê hatine barkirin. Wîkîferhengê hedefa "Milyonek peyvên kurdî" danî pêşiya xwe.
Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike
Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan sibê bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" dest pê dike. Endama Desteya Şêwira Torê Cevahîr Sadak Duzgun, da zanîn ku wê tor bi 12 temayan were niqaşkirin û di komxebata xwe de nexşerêyekê diyar bikin.