Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir

Weşanên Aryen çar pirtûkên nû yên ji helbest û romanan pêk tê çap kir.

Evgeny Grînko li Amedê konser da
Evgeny Grînko li Amedê konser da

Piyanîstê rûsî Evgeny Grînko li Amedê konserek bêhempa pêşkêşî guhdarên xwe kir.

LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da

LaWje li Amedê ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr a Amedê konsera projeya xwe ya “LaWjeyên Evîniyê” ya ji stranên hunermendên kurd pêk tê li dar xist.

Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin

Polîs, gava rêveber û xwendekarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê diçin komeleyê li ber deriyê saziyê wêneyên wan digirin.

'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'

Dengbêj Aliyê Bîngolî ku ji 10 saliya xwe ve distrê, dibêje: "Gava kilaman dibêjim rihet dibim, kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim."

Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin
Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin

Li Êlihê Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 3 sal û nîvan ji dîsa hat vekirin. Dengbêj Ehmedê Xî da zanîn ku ew çanda dîroka sedên salan birêve dibin û dê dengbêjên ciwan têbigihînin.

Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe
Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe

Vedat Atli ku li navçeya Rêya Armûşê li kafeyekê pêşangeha wêneyan vekiriye, ji dêvla bilêtan pirtûkan ji kesên tên pêşangehê distîne. Atli, paşê wê pirtûkên ku kom kiriye ji dibistana gundekî re bişîne.

Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe

Lawje bi projeyek nû ya “Lawjeyên Evîniyê” ku hemû ji stranên klasîkên kurd pêk tê dê li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar bixe.

Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye

Promiyera lîstika “Tenê Fedê” ya Şanoya Mencel a Wanê dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sibê derkeve ser dikê.

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir.

Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket

Hejmara 6'an a xêzekovara kurdî "Zrîng"ê derket. Kovarê hem bi berga xwe hem jî bi naveroka xwe bal kişandiye ser "Newrozê" û bi têmaya "Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê" xwe gihand ber destê xêzehezan.

Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket

Hejmara 13’yemîn a Kovara Dilopî bi dosyeya “Cigerxwîn: Kî me ez?” derket û her wekî din li ser mijarên din ên girîng rawestiyeye.

Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn

Di 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney de 13 fîlmên metraj dirêj, 17 belgefîlm û 21 kurtefîlm dê werin nîşandan.

Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di panela Komeleya Wêjekarên Kurd de diyar kir ku wekî her qadeke jiyanê îro jin wêjeyê jî li gorî xwe bi kar tîne û got: “ Êdî ji bo wêjeyê pîvanên me jinan jî hene."

Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike

Akademiya Muzîkê ya Ma ku bi zimanê zikmakî perwerdehiya muzîkê dide dê bi şahiyekê salvegera xwe ya 3’yemîn pîroz bike. Berpirsê Akademiyê Şêrko Kanîwar got armanca wan ew e xebatên xwe ji bilî Amedê veguhezînin bajarên din jî.

< 123 124 125 126 127 > Rupel 125 / 183