Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ya Rihayê, Dêra Hanefîş Kaya wekî qada sîtê îlan kiribû. Lê belê ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin û defîneger wê texrîb dikin.
Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
Mûhammet Yilmaz ku di zarokatiya xwe de dil bijandiye dengbêjiyê, bal kişand ser girîngiya kilaman û got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome."
Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
Tirba Tuba Hatûn a li Artûklûyê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin.
'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
Serokê Egîtîm Sen a Jimare 1 a Şaxa Stenbolê Mesût Mîke, anî ziman ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê bi awayekî pedagojîk bê nirxandin. Mîke, destnîşan kir ku dê qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tevkariyê li çareserkirina pirsgirêka kurd bike.
Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku heke di vê sedsalê de zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman êdî yê nemanê ye û wiha got: “Divê hemû beşên civakê nemaze jî yên xwenda, yên rêxistinkirî, bi hev re bi kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanî ya encama hezaren salan winda dike, ziyan digihîjê û derbe dixwe.”
‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
Jinên dersimî ji bo zaravayê kirmanckî bang kirin: "Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin."
Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
Weşanên Wardozê "Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî – Roja Nû", çap kir. Di vê setê de hemû nivîsên folklorik yên wek fabl, çîrok, xebroşk, destan, klam û stran, efsane, lorî, lavij, payîzok, û hwd. yên di her 3 kovaran de hatine berhevkirin.
'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
Nivîskar û lêkolîneran bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û destnîşan kir ku gava mirov bi zimanên din diaxifin, zimanê zikmakî bere bere qels dibe û tune dibe, lewma li dijî vê divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.
'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ku piştî darbeyê bi KHK'ê hatibû girtin, niha wêran bûye. Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar, destnîşan kir ku perwerdehiya bi kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn û got: "Divê her kes xwe wekî mamosteyan bihesibîne. Ancax em bi vî awayî dikarin kurdî ji asîmlasyonê xelas bikin."
Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi diyar kir kuz iman bîr û dîroka miletan e û ji bo parastina ziman statû şert e.
'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, diyar kir ku loqmeyên di meha Xizirê de tên çêkirin remza yekîtî û bihevrebûnê ne û got: "Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin."
Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
Dengbêj Selahattîn Ûçûrûm ku 45 sal in distrê, ji bo dengbêjî dewam bike bang li ciwanan kir ku guh li kilamên dengbêjan bikin.
Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolmê, bi minasebeta 21'e Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ji bo zarokên 4-6 û 7-10 salî dest bi kursên kurdî dikin. Hîndekar Sîpan Haco, anî ziman ku eleqeyek mezin li hemberî Kursên Kurdî hene û wiha got: "Girîng e ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibin."
Jiyanên nîvcomayî: Şerm
Romana Sîdar Jîr a bi navê Şerm ji Weşanên Lîs derket. Nivîskar serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake û jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle.
'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
Dengbêj Sidîqê Farqînî ku ji bo dengbêjiyê got "şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye", ji bo dengbêjî winda nebe bang li ciwanan kir. Dengbêj Sidîqê Farqînî, bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê û ji bo dengbêjî berdewam bike bang li ciwanan kir.