Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
Derket holê ku qesîdebêj û mirîdê terîqeta Menzîlê Abdûrrahman Onul jî 10 stranên kurdî kirine tirkî û di albuma xwe de bi cih kirine. Nivîskar Selîm Temo ji bo Onul got: "Hem didize hem dibe xweyê xêrê. Hem dinyayê hem jî axretê eseh dike. Wele tam 'lehengekî serdema me ye.'"
Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
Mamosteyê zimanê kurdî Ferhat Ertaş, destnîşan kir ku kurdî dê bi têkoşînê ewleyiyeke qanûnî wergire. Her wiha Ertaş, ji bo axaftina bi kurdî jî anî ziman ku barê mezin dikeve ser milê malbatan.
Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa xwe ya taybet, di nav bergekê de ji weşanxaneya Aramê derçû. Bi boneya 100 saliya jidayikbûna Apê Mûsa weşanxaneyê hemû berhemên wî civandin û di pirtûkeke hezar 590 rûpelî de çap kir.
Li dijî pişaftinê komele vekirin
Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak ku li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hatiye vekirin, di serî de zimanê zikmakî wê di gelek mijaran de perwerde bide.
Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
Ahmet Ûsta yê li Siwêregê bi kevirên reş (Bazalt) berheman çêdike, diyar kir ku hûnera keviran a ji Ermaniyan fêr bûye ji ber avahiyên betonê yên bilind dibin, tune dibe.
Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
Bager Çalişçi ku li deşta bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xistibû û bi vî awayî hatibû naskirin, anî ziman ku sozên ji bo perwerdehiya wî hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ev yek bandoreke nebaş li perfamansa wî kiriye.
Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
Îsal 12'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Londonê, ji ber pandemiyê wê di navbera 16-27'ê Nîsanê de, cara yekemîn bi rêya onlînê bê lidarxistin. Rêveberiya mîhrîcanê, diyar kir ku ew ê 100 fîlmên k Kurd bê pere bidin pêşandan
Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
Hejmara Kovara Zendê ya 28’an bi dosyeya “Hozên Kurd” derket. Gotarên li ser ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî di kovarê de cih digirin.
Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn ji bo kampanyaya derbarê zimanê kurdî de bang kir û got: "Ji bo kurdî bijî divê em piştgiriya kampanyayê bikin."
Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê ku di sala 2004'an de hatibû avakirin û di warê hunerê de bi hezaran kes perwerde kiribûn, piştî qedexeyên derketina kolanan xebatên wê hatibûn astengkirin. Ji ber van astengiyan xwediyê wê jî ew xera kir.
Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye
Şaredariya Mûşê ya AKP'î Xana Yildizliyê ya xwedî dîrokeke 700 salî, bi betonê restore kiribû. Cihên hatine restorekirin hildiweşin.
Mamosteyê Laz: Perwerdehiya zimanê dayikê maf e
Serokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Gîresûnê Ergun Onal, diyar kir ku bersiva Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçûk a “Zimanên derveyî tirkî li saziyên perwerdehiyê weke zimanê dayikê nikare were hîn kirin” ji zanîstê dûr e û destnîşan kir ku perwerdehiya zimanê dayikê maf e.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dê dest bi perwerdehiya rûbirû bike
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê wê di meha gulanê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got: "Hêla wê ya aborî ne xem e, a girîng mirov tiştekî hîn bibin."
Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
Pirtûka nû ya bi navê "Raperîna Baba Îshaq" a nivîskar Mehmet Oncu ji Weşanxaneya Sîtavê derçû.
Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
Şaredariya Mûşê û TOKÎ'yê di bi navê "veguherandina bajêr" de avahî xera kiribûn. Ji ber vê li Mûşê niha tenê avahiyek aydê ermeniyan maye. Şêniyê vê malê Ercan Çete, diyar kir ku ji bo xêniyê wî neyê xerakirin nobedê digire.