Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
Zarok Ma ya ku dibistana muzîkê ye wê di 6’ê tîrmehê de vebe. Perwerdekarên Zarok Ma’yê xwestin ku malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka kurdî bên qeydên zarokên xwe çêbikin.
Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
Wênesaz Nurettîn Çakmak li şûna boyaxê qetran ango qîrê bikar tîne û wêneyên cuda çê dike.
MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
MED-DER li gundên navçeyên Amedê ji bo pêşxistina zimanê kurdî û pêşî lê girtina asîmîlasyona li ser kurdî wê şahiyên zarokan li dar bixe.
Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
Dê cihê Sînemaya Yilmaz Guney bikin park. Qeyûm Sînemaya Guney Yilmaz girtibû û piştî girtinê bi awayekî biguman şewitîbû.
Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Don Kîşot derket pêşberî şanohezan.
Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
Weşanxaneya Na, zaravayê kurmancî ya romana Elî Hesenyanî “Karmamiz” ku bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin weşand. Roman behsa jiyana pêşmergeyekî dike.
Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê were pêşandan.
Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
Hunermend kurd Axîn Biro yê li Girtîgeha Alanya ya Antalyayê tê ragirtin diyar kir ku ji ber ew ketiye greva birçîbûnê 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.
Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
Walîtiya Rihayê dê ji bo projeya xwe ya derbarê Gola Masiyan de, kursên li Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê bigire. Hosteyê fîqê û perwerdekar Ahmet Ateş, xwest ew jî daxilî nav projeyê bên kirin û got: "Yan na, dê rengek ji rengê Gola Masiyan kêm bibe."
Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
Li gundê Midihê yê Hezexê Dêra Mor Aday a suryaniyan hindik maye hilweşe.
Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
Li herêmê ji ber hişkesaliyê, ava gola Bendava Ilisûyê bi qasî 30 metreyî kêm bû. Piştî av kêm bû, hin berhemên dîrokî yên di bin avê de mabûn xuya kirin.
Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
Walîtiya Rihayê li Kulliyeta Destkariyê ya Rizvaniyê dikanek dabû hosteyê dawî yê qezazê Mehmet Emîn Gungor. Lê belê niha walîtî wî ji dikanê derdixe. Heger Gungor ji dikanê bê derxistin, dê sinheteke din jî ji holê bê rakirin.
Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya 11'an a Şerzan Kurt dest pê kirin.
Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
Ercan Altûntaş ku tiştên di rê de hatine serê penaberan xêz dike, got: "Heger li welatekî demokrasî, hiqûq û aborî tune be, her kes penaber e."
Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
Xanê Agal, bi navê "Sembola Serhildanê" pirtûkek çap kir. Pirtûk, behsa jiyan, têkoşîn û bîranên Binevş Agal (Bêrîvan) ku bûye sembola Newrozê dike.