Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî weke “çarmixkirin” û “amadekirina darbestê” pênase kir. Pêvajoya komployê ya Ewropayê 130 rojan berdewam kir û Abdullah Ocalan bi hevkarî û bazariyên hêzên kûrewî anîn Tirkiyeyê.
Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk were çareserkirina berê xwe dabû Ewropayê, weke “mirovê nayê xwestin” hatibû îlankirin. Hewldan çêbûn ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî gav bi gav were bêbandorkirin.
Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
Akademîsyen Dr. Îsmet Konak xwe gihand belgeyên Y.G. Pçelîna yên di dema geştekî li Kurdistana Sor de û nirxand.
Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
Bi tifaqa AKP-HUDA PAR’ê re cînayetên Hîzbûllahê dîsa bûn rojev. Her ku cînayetên Hîzbûllahê zêde bûn, têkiliya wan a bi JÎTEM-artêş-polîsan re bêhtir derket holê. Melayê Şahid, wiha got: “Li dijî baskê çekdar ê koma Îlîmê operasyon nedihatin kirin. Hemû nîşaneyan nîşan dida ku dewlet piştgiriyê dide koma Îlîmê.”
Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
13 roj di ser erdheja ku navenda wê Bazarcix bû de derbas bû. Di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan û mirov di bin de man, her wiha pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin xirbeyan de ma. Vê erdhejê careke din nîşan da ku kesên xwe rêxistin kiribin dikarin bi her afetê re derkevin serî.
Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku sekn û berxwedana 24 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kompoloya li dijî xwe pûç kir û dê bi vê tecrîdê jî nikaribin pêşî li pêşniyazên çareseriyê yên ku Ocalan pêşkeşî Rojhilat Navîn dike bigirin.
24 sal in li dijî komployê li qadan in
Jinên ku li dijî komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li qadan in wiha gotin: “Tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê soza azadiyeke mezin da. Serokê me wê di sala 2023’yan de azad bibe û em ê wî hembêz bikin.”
Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir peywendîdanîna bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dê bêhneke mezin li têkoşîna bindestan veke û wiha got: “Em mecbûr in ku atmosfereke azadiya Ocalan lê tê nîqaşkirin biafirînin.”
Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
Bi girtîgehên ku piştî komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin avakirin, tecrîd kûrtir bû. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Hacay Yilmaz ku di gelek girtîgehan de maye got: "Armanca van tîpên nû, ew e ku girtî nefikirin. Lewma ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S'yê, Îmraliyek e."
Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
Çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in bênavber didomin. Çalakî îro jî bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” berdewam dikin.
Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
Çalakî û berteka herî mezin a li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû. Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" tenê ne li girtîgehan, li bajaran jî belav bû.
‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in lê tê tecrîdkirin, bi awayê rêvebirina xwe, bi qedexeyên hevdîtinê û pêwendîdayîn ew girtîgeh e ku li seranserê cîhanê mînakeke wekî wê tune ye.
Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku teslîmgirtina wî sedem û anîna wî ya Îmraliyê jî encam e û vê nirxandinê dike: “Ez komployê êdî derbas dikim. Ne em ê bikarin mîna berê bijîn ne jî mîna berê şer bikin.”
Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku piştî Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin komplo hatiye çêkirin û gotibû: "Ez ji heqê komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe."
Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
Rêvebera HPC-Jinê Edlê Bekir diyar kir ku di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan, Renîn û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hatiye bihîstin û got: "Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Em ê her tim keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."
