Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
Tirkiye û DYA di hevdîtinên dîplomatîk ên dawî de dest bi siyaseta hevdû derewçîn derxistinê kirine. AKP bi vê dîplomasiya xwe baweriya xwe ya li hemberî girseya xwe winda dike. Rêveberiya AKP'ê bi vê rêbazê hêzên li hemberî xwe teşwikî siyaseta mecbûrkirinê dike.
Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!
Her çend amadekariyên hewldaneke operasyona li dijî Efrînê di rojevê de be jî, TSK di aliyê Minbicê de hêzên xwe bi cih dike. Ihtimala operasyona li dijî Minbicê zêde ye.
Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike
Piştî DAIŞ li Reqayê têk çû û ji quwetê ket, niha Beşar Esad ji bo hebûna xwe bidomîne wê bi kar tîne û dixwaze QSD'ê bê bandor bihmle û Tirkiyeyê jî ji heremê derxîne.
Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema hevdîtinan de endamên Heyeta Îmralî dem dem hişyar kir û gotibû “Ger ku ewlehiya we ya zagonî tune be sibê du sib dikarin we bi îdamê darizînin" û xwestibûn hevdîtinê bikin zagonî û fermî. Li ser israra Rêberê PKK'ê Ocalan zagon hatibû sazkirin. Lê tevî vê zagonê dîsa duh Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ceza li parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdris Baluken birî. Hişyariya Ocalan carek din mafdar derket.
Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?
Komîsyona Tespîtkirina Heqdesta Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyon kesî bide de îro dîsa bicive. TÎSK'ê ku dê di komîsyonê de 5 endamên wê hebin û hikûmet balê kişandin ser "şertên welat". Ji niha ve navê "sefaletê" li zemê kirine, lê belê ji bo çi nav li "şertên welat" nayê kirin?
Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
Piştî Reqqa ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, li Sûriyeyê lêgerînên çareseriyê zêde bûn. Di civînên li Soçî, Riyad û Cenevreyê de çareserî derneket, lê rejîma Baasê û Tirkiye di nava hewldanên nû de ne û dixwazin agirê şerekî nû gur bikin.
Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
Di pêvajoya çareseriya Sûriye tê niqaşkirin de êrîşên çapemeniya serdest li dijî kurdan zêde bû. Piştî BBC der barê Reqa û YPG'ê de nûçeyên aloz çêkir, niha jî çpaemeniya The Times got “Piştî peymana Reqqa bi sedan endamên DAIŞ'ê di ser DAIŞ'ê re derbasî Ewropa dibin" AA jî rolê Telal Silo danî ser xwe.
Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
Rêveberiya AKP'ê vê carê bi belgeyên Manê û doza Zarrab re bi sûcdariya "nelêrêtiyê" ket rojevê û dixwaze balê bikişîne ser hêleke din. Civîna MGK'ê bal kişand ser Efrînê, çavkaniyên Wezareta Karên Derve sinyala PYD'ê da. Senaryoyên der barê pirsgirêka kurd de dîsa di dewrê de ne.
Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
Geşedanên ku di demên dawî de li Erebîstanê xwe didin der û daxuyaniyên der barê “reformê” de, pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “di olê de reform û ronesans” a piştî salên 2000’î xist rojevê bi bîr xist.
Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
Li Sûriyeyê bi lez û bez qewimîn û geşedan xwe didin der. Di vê çarçoveyê de, qaşo ji bo çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyê re bê peydakirin çûnhatina civîn û hewildanan jî didome. Ji bo wê kîjan alî tevlî civîna Cinêvê bibin, li Riyadê civîn tê çêkirin.
'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
Piştî BBC'yê nûçeya "Razên qirêj ên li Reqqayê" weşand û piştî wê geşedanên ku bi pêş ketin, hema piştî peymana "Divê li Sûriyeyê rêbazên leşkerî bên bidawîkirin û çareseriyên siyasî bên peyda kirin" di navbera Rûsya û DYA'yê de pêk hatî, hat weşandin. Ev jî nîşan dide ku mudaxaleya îngilizan heye. Ev operasyon çi hedef digire?
Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
Li Sûriyeyê ku şer ber bi dawî ve diçe, çareserî xwe li ser Sûriye ferz dike. DYA û Rûsya di qada çareseriyê de li hev kirin. Lê Tirkiye ku bi tirsa kurd dijî jî got "Çareseriya Siyasî." Lê çareseriya Tirkiye "Birayê Esad" ango Sûriyeya Demokratîk e? ne diyar e.
Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
Di operasyona Idlibê de TSK beyî ku yek guleyî jî biteqîne bajarokên Atme û Darît Îze ji HTŞ'ê dewr girt, dixwaze di rojava re Efrînê jî dorpêç bike û bi ketina Sûriyeyê re ji xwe re korîdorekê veke.
Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
Tirkiye bi OSO re li Îdbilê dest bi Operasyonê kir. DYA, li hemberî vê yekê bêdeng e. Daxuyaniyên ku "Dê TSK li hundir bibe hêza bejayî" nîşan dide ku dê gav bi gav Tirkiye bikişîne nava şerê Îdlibê. Ev jî bi xwe re şiroveya dê Tirkiye bibe perçeyek hevkêşeya Rojhilata Navîn a ku perçe dibe.
Tirkiye qebûl kir ku li Îdlibê li dijî mutefîkê xwe şer bike
Amadekariyên operasyona li Îdlibê ber bi dawî ve diçin. Tirkiye ji bo li dervê şerê li Îdlibê nebîne, qebûl kir ku li dijî mutefîkên xwe yên ku heta niha hevkariya wan dikir şer bike. Li gorî agahiyên herêmê operasyona li Îdlibê bi fîîlî dest pê kiriye.