Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
Dê di 10'ê Cotmehê de li Iraqa ku di nav pençikên mudaxileyên derve, êrişên DAIŞ'ê, nakokiyên şiî-suniyan û qeyrana civakî de ye, hilbijartina pêşwext çêbibe. Dê 109 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe tevli vê hilbijartinê bibin. Lê belê dîsa jî bêhêvîtiyek heye ku dê Iraq piştî vê hilbijartinê jî istiqrarekê bi dest nexe.
Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
Tê payîn ku Erdogan piştî tiştên ku ji Amerîkayê dixwest bi dest nexist û berê xwe da Rûsyayê, di hevdîtinê de Şehba, Mînbîc û Eyn Îsayê bîne ser masê. Di rojeva Rûsyayê de jî Îdlîb heye.
Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
Serokkomar Erdogan, diyar kir ku dê îlheqa Qirimê ya ji bo Rûsyeyê esas negirin. Tê gotin armanca sereke ya daxuyaniyên Erdogan, ew e ku di hevdîtinên Soçiyê de, di warê Îdlibê de hin tawizan bi dest bixe.
Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk, diyar kir ku hêzên herêmî û kûrewî, paradîkmaya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke gef dibînin û ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin û pêşiya Ocalan bê vekirin.
Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
Pêkanînên bêhiqûqî yên yekemîn car li Girtîgeha Îmraliyê hatin dîtin, îro belavî girtîgehên din û welat bûye. Ji parêzerên OHD’ê Nagehan Avçîl, diyar kir ku pergala înfazê ya li Tirkiyeyê weke “pergala înfazê ya Îmraliyê” û “pergala înfazê yên din”dibe du beş û got: “Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ev her du beşin.”
Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployek mezin teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, li Gireva Îmraliyê 23 sal in dibin tecrîdek herî dijwar de ye. Parêzerê wî Emran Emekçî, diyar kir ku di kesayeta Ocalan de, demokrasî, aştî, hiqûq, serbixwetiya darazê û aboriya welat tê tecrîdkirin.
'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
Hebûna Tirkiyê ya li ser xaka Cerablûs, Azaz, Bab û Efrînê dewam dike. Tevna herêmê bi rêya saziyên perwerdehiyê tên guhertin. Dibin navê pîroziya mafê perwerdê de, polîtîkayên dagirkirinê tê meşandin.
Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
Piştî DYA û NATO hêzên xwe ji Afxanistanê derxistin, tê nîqaşkirin ku vê carê hedefa wan Îran e.
Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
Li Iraqê ku di hêla siyasî, leşkerî û aborî de pirsgirêkêb mezin hene, ji bo hilbijartinên ku wê di 10'ê cotmehê de pêk wer in, hemû hêz li ser kurdan hesaban dikin. Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û PDK ku weke dijberî hev xuya ne li Mexmûr û Şengalê li heman eniyê cih digirin.
Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
Tirkiye dike û nake nikare encamê ji operasyonê li ser deverên Başûrê Kurdistanê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Waliyê Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan û koçberkirina 300 kesî dan.
Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
PDK ku li ser asasê dijberiya PKK'ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û di vî warî de peymanên eskerî-aborî îmze kirine, niha jî li dor 12 hezar eskerên xwe hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike.
Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
Hat zanîn ku Sefîrê Tirkiyeyê Hakan Karaçay têkildarî birrîna daran, şewata erd û valakirina gundan a di operasyonên li Metîna, Zap û Avaşînê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kiriye û jê re wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me kirîne. Erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”
Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
Aliyekî Peyman Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin digihîje Projeya Rêya Armûşê ya Çînê. Amerîka jî ji bo ku proje pêk neyê piştgiriya peymanê dike.
Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
Şerê li Qamişlo yê di navbera mîlisên rejîmê û hêzên asayîşê, bicihbûna artêşa Iraqê ya sînorê Şengalê û êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Metîna, Zap û Avaşînê, nîşan didin ku li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurd hatiye avakirin.
Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
Piştî Serokê DYA'yê Jeo Biden û Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan bi telefonê axivîn, TSK’ê li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zap dest bi operasyonên hewayî û bejayî kirin. Dema van operasyonan yên piştî telefona di navbera Bîden û Erdogan de pir balbêk e. Piştî vê hevditinê pirsa "Tirkiye bi van operasyonan çi armanc dike?' tîne bîra mirovan.