Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
Aborînas Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku TÛÎK rêjeya enflasyonê rast aşkere nake û bi vî awayî ser şêlandinê digire. Muftuoglû, li dijî vê şêlandinê îşaret bi demokrasî û hiqûqê û avakirina pêvajoyeke nû kir.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin
Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku mûçeyên ji bo xebatkarên tenduristiyê tê dayîn heqê keda wan dernaxe û hat xwestin ku heqê keda kedkaran were dayîn.
Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin
Kedkarên PTT’ê bertek nîşanî zemên di sala nû de hatin kirin dan û gotin, “Em mûçeyek ku dikaribin pê bi mirovî bijîn dixwazin.”
Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e
Mêrsîniyan diyar kirin ku êdî ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin û ji bo çareseriyê îşaret bi têkoşîneke hevpar kirin.
Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
Mûçeyê Erdogan hat zemkirin û ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî.
Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
Li Cizîrê karkerên ku di karê komirê de dixebitin, anîn ziman ku karê wan karekî pir giran e, lê belê heqdesta digirin têra debara wan nake.
'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
Waniyan destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer ên AKP'ê ne û got: "Fîşekên li kurdan tên teqandin, niha wekî zeman vedigerin."
Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
"Kûra bilind û faîza daxistî" ku Desthilata AKP'ê re jê re dibêje "pergala nû ya aboriya Tirkiyeyê" jî bandor li enflasyonê nekir. Li gorî daneyên binîqaş ên TUÎK'ê enflasyona salê ji sedî 21.31'an derket ji sedî 36.08'an.
Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
Li Bazara Penîrfiroşan a Amedê ku ji ber qeyrana aborî dikan yek bi yek tên girtin, piştî zamên li pey hev, gel dest bi kirîna penîr a bi graman kir.
‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
Hevserokê Komîteya Çandinî û Aboriyê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo, bal kişand ser astengî û êrişên Tirkiyeyê yên hember çandinî û aboriyê û destnîşan kir ku ew bi "aboriya rêya sêyem" li hemberî van êrişan disekinin. Barûdo got: "Em ê di sala 2022'yan de tevî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji heqê van êrişan derkevin."
Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
Serokê Genel-Îş'ê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, anî ziman ku meaşê kêm piştî ku hat diyarkirin bi zemên hatin kirin heliya. Goksoy, destnîşan kir ku divê îqtidar polîtîkayeke ne ehlê patronan ehlê gel esas bigire.
Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
Stenboliyan ku diyar kirin ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: "Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şemaqê li nav guhê dewletê bixe."
KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
Hevseroka KESK'ê Şukran Yeşîl Kablan, diyar kir ku teqawît û kedkarên cemaweriyê di bin rêjaya birçîbûnê de dijîn û xwest ku mûçeyê kedkarên cemaweriyê herî kêm di asta heqdesta asgarî de bê zêdekirin.
Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
Sewalvanên ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê zehmetiyê dikişînin, gotin: "Me nîviyê heywanên xwe firotin. Em ên mayî bi zorê xwedî dikin."
Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
Li Mêrdînê, kedkarên tenduristiyê êrişa ku ji aliyê xizmen nexweş ve li bijîjkek hatibû kirin şermezar kirin.