TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir

KESK'ê daxwazên xwe yên ji bo TÎS’ê ku bi rojan e li ber Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî di roja yekemîn a muzakereyên peymanan de vegotine, aşkera kir.

Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin

Jinên ku di bin germa zêde de li zeviya pîvaz dixebitin, diyar kirin ku yewmiyeya digirin kêm e û jin bi roj li nava zevî bi şev jî di kon de dixebitin.

Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin

Li Wanê karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin, biryara çalakiyê girtin. Ji karkeran Onder Sogûkbûlak got: "Serokê AKP'ê yê Bajêr Abdûlahat Arvas van fermanan dide."

Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 7 astengdar ji kar derxist. Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ve tên mexdûr kirin, karên xwe dixwazin.

Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre

Li gor daneyên Turk-Îşê sînorê birçîb»nê gihîşt 26 hezar û 413 TL'yan û sînorê xizaniyê jî gihîşt 86 hezar û 36 TL'yan.

Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
Li dijî derxistina 223 karkeran bertek

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan diyar kirin ku derxistina 223 karkeran ji aliyê qeyûm ve, operasyona tasfiyeya siyasî ye.

Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e

Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya bêkariyê ya rastîn derketiye ji sedî 32,9.

Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî

Karkerên înşaetê yên ku di germahiya zêde ya Amed de dixebitin, ii bêgavî bi xirtûmê xwe şil dikin û dixebitin.

KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, berî hevdîtinên TÎS’ê li pêşiya Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî daxuyanî da, di daxuyaniyê de xwest ku mûçeyên xebatkarên saziyên cemawerî di ser sînorê xizaniyê de be.

 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’

"Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî" ya ku li Wanê hatiye damezrandin, berhemên xwe bi rêya înternetê digihîne welatiyan. Rêvebira Kooperatîfê Caziye Duman diyar kir ku projeyê li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe.

Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz ku şewata li navçeya Seyitgaziyê lêkolîn kir, diyar kir ku Tolûnay Kocaman ku 45 roj berê dest bi kar kiriye, bêyî ku perwerdehiya ewlehiya kar bibîne, şandine cihê şewatê.

‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'

Hesinkar Mehmet Yildiz ku nîv sedsal e pîşeyê hesinkariyê yê ku ji hostayên ermenî hîn bûye didomîne, destnîşan kir ku hesinkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye.

Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin

Bi zêdebûna fiyetê zêr re gel ber bi îmîtasyonê ve diçe. Kesên ku kiras-fîstan û bûkanî kirê dikirin, niha ji bêgavî kincên zavatiyê jî kirê dikin.

Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne

Berîvan ku her roj di rêyên dijwar re ber bi Deşta Sunduz a li navçeya Miksê ve dimeşin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nagirin û ji ber krîza aborî ew ê dest ji sewalvaniyê berdin û koç bikin.

Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe

Ji ber qeyrana aborî buhayê zêr zêde dibe û ev jî bû sedem ku mirov berê xwe bidin îmîtasyonê ango teqlîdê. Zêrînger diyar dikin ku di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêr bûha bûye, di heman demê de firoşkarên teqlîdê radigihînin ku ev faîz di nava du salên dawî de zêde bûye.

< 6 7 8 9 10 > Rupel 8 / 245