Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
Parlamenterên HDP’ê di hevdîtinên budçeyê de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ şermezar kirin.
Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
Duh di nîva şevê de ji bo benzînê zem hat kirin û bi vê yekê re bihayê benzînê 21 TL derbas kir.
Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
Wezareta dadê ku tê payîn li bûdçeya wê 22 milyar û 564 milyon lîre zêde bibe, plana çêkirina 20 girtîgehên din dike. Her wiha wezaretê ji bo lêçûnên danasîna girtîgehan jî 134 hezar lîre veqetand.
Krîza aborî li mehseran jî da
Li gunde Zêrukê yê Pasûrê welatiyên ku di payizê de dest bi çêkirina dims, bastêq û beniyan dikin gotin ku krîza aboriyê bandor li mahseran jî kiriye.
Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!
Cotkar Abdûrrahman Kiliçarslan ku piştî 23 salan li Deşta Îdirê pembû çandiye diyar kir ku ji ber mesrefan poşman bûye û got ku berpirsê vê yekê desthilata AKP'ê ye.
Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Turan diyar kir ku polîtîkaya şer a destilatdariyê enfasyon ji sedî sed zêdetir kiriye û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike.”
Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in
Berdevkê Platfoma Ked û Demokrasiyê ya Sêwregê Serdar Tum di çalakiya şermezarkirina Komkujiya Bartinê de axivî û got: “Tiştên hatine jiyîn ne ‘fitrat’, ne jî ‘qeder’ e.”
Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
Li gundê Zêwgê yê li quntara Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan dest pê kir.
'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
Endamên Tum Belsen û Genel-Îşê diyar kirin ku tekane berpisyarê komkujiya li Bartinê desthilatdariya siyasî ye û banga têkoşîna birêxistinkirî li karkeran kirin.
Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay Qanûna Teklîfê ya Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan aşkera kir. Oktay diyar kir ku lêçûnên bûdçeyê 4 trîlyon û 470 mîlyar lîre û dahat jî wek 3 trîlyon û 910 mîlyar lîre hatiye hesapkirin.
Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî bûyera kana madenê ya 41 karker jiyana xwe ji dest dane da û got: “Yê ku ji bo gerandina çerxa mêtingeriyê ser û binê erdê kiriye goristan, desthilat bi xwe ye.”
Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
Jinên Hezexî nêrazîbûn nîşanî zêdebûna enflasyonê dan û gotin: "Zarokê me bi şev û bi roj dixebitin û em bi wî pereyê ku ew tînin tenê tenekeyeke rûn dikirin. Ma ev hal e?"
‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
Waniyan diyar kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û gotin ku êdî nan jî bi dest wan nakeve û ji ber budçeya ji şer re hatiye veqetandin welat di vî halî de ye.
KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de devên xwe band kirin û xala 35'an a li KHK'ê hatiye zêdekirin şermezar kirin. KESK'iyan xwest ku xala 35'an bê betalkirin.
Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
Kerem Çitanak ê diyar kir ku beriya 30 salan dest bi merengoziyê kiriye, anî ziman ku ji ber zêdebûna mesrefan û krîza aborî nikare bixebite û bi lêv kir ku heke wisa biçe dê neçar bimîne ku dikanê bigire.