‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
Xelkê Wanê ku zivistana wan dijwar derbas dibe li dijî fatûreyên ceyran û gaza xwezayî gazin kirin û wiha gotin: “Fatûre ji bo me bûne sehm. Yekane rêya çareseriyê ew e ku hikumeta bi polîtîkayên şer bûye sedemê vê yekê biçe ye.”
ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku di nava 10 salan de herî kêm 828 karkerên penaber/koçber jiyana xwe ji dest dane.
Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
Hat gotin ku bijîşk Ayşe Cidiroglû, hevjîna Qeymeqamê Qoserê Fatîh Cidiroglû li nexweşxaneyê tevî parêzvanên xwe digere û li nexweşxaneyê li odeya xwe ya taybet tenê "nexweşên xisûsî" derman dike.
Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
KESK’ê piştî mîtînga wê hate qedexekirin xwest li ber Meclisê daxuyaniyê bide, lê polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Li gelek bajarên din jî bertek nîşanî qedexeya mitîngê hate dayîn.
Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di nava çiyayê Gabar û Cudî li ber çemê Dîcleyê komkirina zeytûnan dest pê kir. Welatiyên ku bi kedeke mezin zeytûnan kom dikin diyar kirin ku ew heqê keda destê xwe nastînin.
Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
Kedkarên Cemaweriyê ku xwe ji mîtînga “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” re amade dikin, ji bo xwedî derketina pêşeroja xwe bang li hemû xebatkaran kir ku tev li mîtîngê bibin.
Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
Serokkomarê AKP’î Erdogan biryara grevê ya sendîkayan ku dê li fabrîkayên li Kocaeliyê pêk anîbûna, bi hinceta “Ewlehiya neteweyî” qedexe kir.
Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
Ji bo 24 karkerên ku di înşeata mizgeftê de birîndar bûbûn, dest ji giliya xwe berdin 4 qatê meaşê kêm pêşniyazî wan hat kirin. Kifş bûbû ku mizgefta navborî bi awayekî qaçax tê çêkirin û ji ber vê ketibû ber lêpirsînê. Lê çendî ku pêvajoya darazî didome jî, çêkirina mizgeftê bi daxwaza Erdogan didome.
Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê ji bo beşdariya li mîtînga ku dê di 17’ê Kanûnê de bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê bê lidarxistin, bang kir.
Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
Qeyûma Şaredariya Êlihê ji bo wesayîtên di bin navê “Serkeftina Milazgirê” de hatine kirêkirin 396 hezar û ji bo organîzasyoneke TUGVA’yê jî 272 hezar TL pere xerc kiriye.
Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl ji bo mitînga ku dê di 17’ê kanûnê de bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
ÎSÎG’ê diyar kir ku di cînayetên kar de di meha mijdarê de 127 karkeran û di 11 mehên salê de jî hezar û 658 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
TUÎK’ê da zanîn ku di cotmehê de 57 hezar bêkar li hejmara bêkaran a mehek berê zêde bûne û bi vê yekê re hejmara bêkaran a li Tirkiyeyê bû 3 milyon û 534 hezar.
Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
Li Rihaya ku salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîrozkirin, lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê hate lîstin.
Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî biryara dadgehê jî, cara 4’emîn e ku 306 karkeran bi hinceta mulaqata nagire kar û mexdûr dike.