Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
Ji roja hilbijartin bi dawî bûn heta niha dolar roj bi roj bêhtir bilind dibe. Dolar, îro bi 23,35 TL’an dest bi rojê kir.
Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
Amediyan ji bo çareserkirina krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe şîret li desthilatê kirin, gotin ku divê polîtîkayên şer bi dawî bibin.
Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
Du di saetên piyasa girtî de dolar derket 22,20 TL’an û îro ji saetên serê sibehê ve jî derket 22,83 TL’an.
Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
Tê payîn ku ji 7’ê hezîranê ve wê 1,36 lîre zem li motorînê bê kirin
Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
Piştî zema li Philip Morris Marlboroyê, niha jî ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin.
Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
Li gorî daneyên TUÎK’ê; di meha gulanê de enflasyon ji sedî 0,04 û enflasyona salane jî sedî 39,59 e.
'Çare ne şer, demokrasî ye'
Serokê Genel-Îş a Şaxa Hejmara 2'yan a Amedê Behçet Barût, diyar kir ku bi polîtîkayên aboriyê yên desthilatê krîz kûr bûye û got ku çare ne di şer de, di demokrasiyê de ye.
Dolar derket 21 lîreyan
Bi destpêkirina saetên mesaiyê re nirxê dolar ê li hemberî lîreyê tirk zêdetir bû. Dolar îro bi 21,12 lîreyan dest bi rojê kir.
Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
Hosteyê nexşandina kevirên Qirêjdaxê Cûma Balikçi destnîşan kir ku êdî tu hosteyên bi teknîka kevn hostetiyê dikin nemane û niha ew bi tenê bi teknîka kevn keviran dinexşîne.
Dolar her ku diçe radibe!
Di roja ewil a meha hezîranê de dolar derket 20,82 lîreyên tirk.
Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
Xelkê Wanê li ber bihabûna tiştan ku piştî hilbijartinê jî berdewam dike bi gilî û gazin in û gotin: “Em nikarin êdî nan bikirin. Her ku ew bilind dibin, aborî kêm dibe.”
Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
Wezareta Xizîne û Darayî ji bo 311,2 milyar lîre deynê navxweyî yê serdema mehên hezîran-tebaxê dê 215 milyar lîreyan deyn bike.
Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
Malbata Çeriyê ku ji bo debara xwe bike bi awayekî demsalî li nava zeviyan dixebite, bi van gotinan bandorên krîza aborî xulase kir: "Em bi pereyê ku 3 mehan bi dest dixin, hewl didin 9 mehan pê debara xwe bikin."
Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
Li Tirkiyeyê sînorê xizantiyê derdora 33 hezar TL ne lê li gorî TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê ji sedî 4 mezintir bû.
Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
Di saetên ku piyasa girtî de dolar bi 20,77 lîreyan hate firotin û îro jî bi 20,66 lîreyan dest bi rojê kir.