Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin

Budçeya sala 2024’an ku tê texmînkirin bi giştî 11 trilyon û 89 milyar be îro pêşkêşî Komîsyona Plan û Budçeyê hat kirin. Di budçeyê de tê texmînkirin ku trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre ji bo “parastin û ewlehiyê” bê veqetandin.

Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn

Li Wanê kirêya xanî û kargehan di salekê de 4 qatan biha bû. Esnafan diyar kir ku dahata wan di biniya mesrefên wan re ye û gotin ku hatine asta ku dikanên xwe bigirin.

Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir

- Bi zema nû ya li motorînê hatiye kirin re bihayê lîtreyê 40 TL derbas kir.

DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir

Seroka Giştî ya DÎSK’ê li dijî bêedaletiya di bacê de daxwazan eşkere kir û hemû aliyên daxwaza “edaleta bacê” dikin vexwend mitînga dê li Qada Kartalê li dar bixin.

Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin

Agir bi Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê ketibû û 20 milyon zirara esnafan çêbûbû. Esnafên ku alîkariya wan nehat kirin, ji wan hatiye xwestin ku dikanên xwe vala bikin.

Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan

Sewalvanan diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê dixisirin û sewalvanî hatiye asta qedandinê.

ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan

ÎSÎG’ê ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van karkeran 44 jê zarok in.

Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe

Gelê Colemêrgê diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd krîza aborî ya li welat kûr bûye û wiha got: “Hemû dahat ji şer re tê xerckirin. Çareserî bidawîbûna şer e.”

Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn

Li Enqereyê di madeneke komirê de hezaz çêbû û 15 karker birîndar bûn.

Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn

Tiriyê ku îsal li rezên gundê Eskar a Pasûrê hatin komkirin gelek berhemdar nebûn. Ji tiriyê van rezan şire, bastêq û benî tê çêkirin.

ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33

Li gorî ENAG’ê; rêjeya enflasyonê ya di navbera mehên çile û îlona 2023’yan de ji sedî 95,33 ye.

Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin

Kedkarên tenduristiyê xwemalîkirina xwaringehên li nexweşxaneyan protesto kirin û gotin: “Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemaweriyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.”

Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar

Li gorî raporên ÎSÎG’ê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn

Li Semsûrê di encama wergerîna vînca kûleyê de 3 karker bi giranî birîndar bûn.

Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire

Li Wanê ku her diçe hejmara pez kêm dibe, kirîna penêrê sîrik jî kêm dibe. Wanî ji ber bihabûna fiyetan bi gilî û gazinc in.

< 44 45 46 47 48 > Rupel 46 / 245