Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
Li gorî TUÎK’ê, enflasyona sala 2023’yan bû ji sedî 64,77.
ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyona sala 2023’yan derket ji sedî 127,21’ê.
Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
Endama Lijneya Rêveber a TOP'ê Julîana Gozenê diyar kir ku yekîtiya dewlet-sermayeyê wê zêdetir xizanî, bêkarî û zextan li karkeran bar bike û got ku berxwedanên karkeran ên di sala 2023'yan de dest pê kirin, dê di sala 2024'an de jî mezin bibin û pêwîst e mirov ji bo vê pêvajyê jî amade be.
Li Amedê cînayeta kar
Şefê şantiyeyê Burak Soydaş (39) ji banê dibistaneke 4 qat a di înşaetê de kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
72 karkerên li Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê dixebitîn, çend saet beriya têketina sala nû, ji kar hatin avêtin.
Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
Li gorî lêkolîna meha kanûnê ya Turk-Îş’ê sînorê birçîbûnê bû 14 hezar û 431 lîre û sînorê xizaniyê jî ji 47 hezar lireyan derbas bû.
Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
Serokê Genel Îş’ê Becet Barût diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin dixwaze wan ji kar derxîne û wiha got: “Di vê krîza giran de derxistina karkeran a ji kar, bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin.”
Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
Piştî ku mûçeya kêmtirîn hat diyarkirin, mûçeya malnişînan bû cihê meraqê. Welatiyên ku diyar kirin ew nikarin debara xwe bi mûçeya malnişîniyê bikin, xwestin ku sînorê xizaniyê li ber çavan bê girtin.
Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
Ji bo bihayê belgenameyên nasname, pasaport û ehliyetê zem hate kirin.
Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bûdçeya hatiye qebûlkirin weke “bûdçeya hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Divê em li dijî vê bûdçeya AKP’ê û polîtîkayên wê yên zextê bi hev re têbikoşin.”
Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya di daxuyaniya bi daxwaza “mûçeyeke ku bikarin weke mirovan pê bijîn” hate dayîn de axivî wiha got: “Heke çîna karkeran hebe hêvî heye. Em ê Tirkiyeyeke kedê ku demokrasî lê heye ava bikin.”
Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
Karkerên kurd ên li ofîsa Endezyariya B Planê dixebitin beriya heqdestê wan were dayîn ji kar hatin derxistin. Karkerên ku bi çekê gef lê hatiye xwarin, giliyê xwediyên şîrketê kirin.
Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ew bi halekî perîşan dikevin sala nû.
Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
Welatiyên Wanê bertek nîşanî bihabûna her tiştî dan û gotin ku ji bo ku tiştên erzan peyda bikin neçar dimînin ku dikan bi dikan bigerin.
ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.