Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
Welatî Kamuran Duman ê ji ber spartina cerdevaniyê ji Colemêrgê bi malbata xwe re koçî Wanê kiribû, ji bo debara malbata xwe bike darên gûzan dadiweşîne. Duman diyar kir ku ji bo debarê rîskê mirinê jî daye ber çavê xwe.
Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
Berxwedana karkerên Siteya Pêlavan a Işikkentê yên di kargeriyên bê hewa de dixebitin, didome. Karkeran diyar kirin ku ji bo parastina keda xwe û mafê civakî dest ji kar berdan û heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin.
‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
Tûtinvan Vedat Avci, bertek nîşanî qedexekirina tûtinê da û wiha got: “Li ser her kuçeya taxê tiryakê difiroşin. Ji dêvla ku dewlet bi tûtinê re mijûl dibe, divê bi eroîn û tiryakê re mujûl bibe.”
Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
Zarokên penaber ên Sûriyeyî ku di karê pêlavên çerm de dixebitin, di heftiyekê de 150-200 TL heqdestê digirin. Ahmet Mehmet ê 15 salî yê Sûriyeyî rojê 13 saetan dixebite. Mehmet, diyar kir ku di nava hemû madeyên kîmyewî de bêyî ku ewlekariya wan hebe, dixebitin.
Berxwedana karkeran encam da
Karkerên di Şaredariya Avcilarê de dixebitîn, ji ber ku heqdestê wan nedidan, di çalakiyê de bûn û berxwedana wan encam da.
Karkerên sendîkayî yên ji kar hatin avêtin: Serokwezîr ne samîmî ye
Karkerên ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin û karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, bi rojan e li çar aliyên Stenbolê di grevê de ne û dixwazin vegerin karê xwe. Karkeran gotinên serokwezîr ên wekî "Ji sendîkabûnê netirsin" jî bi bîr xist û got ku "Serokwezîr ne samîmî ye."
Parlementera CHP'î Bîçer: Ne cotkar, spekulator buhayên tirî diyar dikin
Parlementera CHP'ê yê Manîsayê Tur Yildiz Bîçer, diyar kir kur cotkarên tirî mecbûr mane tiriyên xwe di biniya maliyetê de bifiroşin. Bîçer dest nîşan kir ku di piyaseyê de ne cotkar spekulator buhayan diyar dikin.
Tûtinvanên Semsûrê: Çixareyên TEKEL'ê jî xedexe bikin
Çotkar û hilberînerên tûtinê yên Semsûrê li dijî pêşnumaya der barê qedexekirina tûtina pêçanê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Çotkarên tûtinê xwestin ku Serokomar Erdogan û serokwezîr Yildirim çixareyên TEKEL'ê ji qedexe bikin.
'Berê vedişartin niha civakê ji şer re amade dikin'
Desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo kirîna çekên nû û vebûna butçeyê bigire Bernameya Biqewl a Navîn aşkera kir. Aborînas Ozgur Muftuoglu bal kişand ser plana desthilatdariyê û ev tişt got: "Dewlet xerçkirinên şer û amadekariyên wê bi giştî bi veşarî dikin, naxwazin civak şerê wan bibîne. Lê îro civak ji şer re tê amadekirin."
Dermana tenduristiyê ‘dimsa hinaran' jî ‘luks’ e!
Mehmet Mat ku li Pirsûsê tirşa hinaran amade dike, anî ziman ku ew bi zor û heft bela tirşa hinaran bi dest dixin. Mat, destnîşan kir ku tirşa bi kêrî tenduristiya mirov tê wek tişteke “luks” tê dîtin û nayê mezaxtin.
Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in
Ji ber krîza aborî ya heyî esnaf deriyên dikanên xwe digirin. Welatî jî ji ber ku nikarin alavan bikirin, bi gazincin. Emîne Orhan, diyar kir ku bi 100 lîreyan torbeyek tije nabe û ew perîşan in.
Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin
Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê bi hinceta “ewlehiyê” firotina gubre qedexe kiribû. Ji ber vê yekê, cotkarên ku çewênder (silq/pincara şekir) danîn, tu berdarî ji berên xwe wernegirtin û niha ketine tatêla sala bê. Cotkaran balê kişand ser maliyetê û wiha bertek nîşan dan: “Hikûmetê bi enflasoyonê pişta me şikand.”
‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’
Alîgirê Doç. Selim Çakmakli, rewşa aborî ya Tirkiyeyê nirxand û pêşniyariyeke wiha kir: “Çînên ku hilberînê kontrol dikin, siyasete jî kontrol dikin. Jehrkujiya vê rewşa antidemokratîk kooperatîfên karkeran e.”
Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne
Qeymeqamtiya Bazîdê, ji bo Deriyê Sînor ê Gurbûlakê “kota”yek diyar kir. Ji ber vê sepandina kotayê niha bi sedan esnaf li ber îflasê ne.
Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe
Ji ber krîza vîzeyê ya di navberaTirkiye û DYA’yê de bi derbekê re Dolar firiya. Ji ber vê zêdebûnê esnafên komirê pir xisirîn. Esnafan wiha got: “Krîza di serdema Bulent Ecevit de hat bîra me.”