38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin
38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin

38 endamên Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî, bi hinceta endamên sendîkayê ne ji şîrketa Uyar Çelikê hatin avêtin. 38 karkerên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. Karkeran destnîşan kir ku heta li karê xwe vegerin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan
Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan

Veysî Abdulsemetoglu yê sewalkariyê dike, diyar kir ku ew hemû hewl didin bi derfetên xwe karê xwe bidomînin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê cotkar û sewalkar li goşeyên bankayan bûn wekî parsekan."

Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e
Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e

Karkerê înşaetê Sitki Aydin piştî li ber Meclisê agir berda xwe, çavê raya giştî vegeriya ser karkerên înşaetê. Karkerên înşaetê ji sibehê heta êvarê di destê wan de tevşo di şertên zemet de dixebitin û rojeke wan a betlanê jî tune û ev jî rewşa karkerên înşaetê yên li Tirkiyeyê radixe ber çavan.

Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan
Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan

Gelê Taxa Lîmonlûyê ku li Mêrsînê berê bi lîmonên xwe navdar bû, ji ber her diçe qîmeta lîmonan kêm dibe, berê xwe dan hilberîna mûzan.

KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir
KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir

Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê, "Kooperatîfa Kedê ya Wanê" vekir. Di bin banê kooperatîfê de li kolana herî qelebalix a Wanê pastexaneyek jî hat vekirin.

Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne
Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne

Dev Yapi-Îşê bal kişand ser S.A. yê li ber Meclisê agir berda xwe û ev tişt got: "Divê ew patronên ku me mehkûmê van şertan dikin û bi xwe di qesran de dimînin, vê bizanibin ku ev hêrsa ku îro zirarê dide xwe, dê sibê we jî bişewitîne."

Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya
Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya

Li sîteya pêşesaziyê ya Geverê ku heta 2 sal berê hezar karkar dixebitîn ji ber polîtîkayên ewlehiyê hejmara karkeran daketiye 200'î.

KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin
KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin

Platrorma Şaxên Kocaeliyê ya KESK'ê, ji bo mîtînga 14'ê Çileyê dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê kir.

ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin

Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê diyar kir ku di serdema OHAL'ê de ji sedî 10 mirinên karkeran zêde bûye. Li gorî daneyên ILO'yê di sala 2017'an de ji ber nexweşiyên kar 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, li gorî daneyên ÎSÎG'ê ji sala 2002'yan heta niha, herî kêm 20 hezar û 500 karker mirine û di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe jidest dane.

Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!

Li Bazara Sîpahî ku berhemên bi destkariyê hatine çêkirin lê tên firotin, ji 50'î dikanan 25 jê hatin girtin û ji 60 seyarfiroşan jî 58 jê fatureya herî giran a şer didin.

Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa

SES'ê rapora komxebata 16-17'ê Kanûna 2017'an a têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Navenda Giştî ya SES'ê bi civîna çapemeniyê parve kir. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, diyar kir ku li nexweşxaneya ku ked tê xwarin û kedkar tên çewizandin li wir şîfa nabe û wiha got: "Birînên ku kapîtalîzmê vekirine li nexweşxaneyên dişibin AVM'yan derman nabin.

Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye

Aborîzan Alk. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye çavkaniyên aboriya Tirkiye pêşkêşî sermayedaran dike û wiha got: "Tevî ku li Tirkiye hilberîn tune ye jî dîsa bê navber çekan dikirin. Çavkaniyek mezin a aboriyê pêşkêşî çekan dikin."

Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in

Parêzerê muştekî yê doza Somayê Can Atalay beriya danişîna 20’emîn a 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn got: “Em li dijî her cureyên bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê li vir in.”

Karker mexdûr kirin
Karker mexdûr kirin

Serokê Giştî yê KAŞÎP'ê Hakan Aydin, sererastkirina kadro ya taşeronî ku bi KHK'ê anîn rexne kir û diyar kir ku tiştê jê dihat payîn xwe nedaye der û kesên nebûne kadroyî hatine mexdûrkirin.

Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand
Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand

Çalakiyên gel ên li dijî Rejîma Îranê berdewam dikin. Çalakiyan bandora xwe li ser esnafên Colemêrgê jî kir. Ji ber çalakiyan bazirganiya li ser sinor jî rawestiya. Ji ber aloziyên li Îranê çûn û hatin rawestiya û bazirganî qut bû.

< 226 227 228 229 230 > Rupel 228 / 245