Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne
Karkerên taşeronî yên li Zanîngeha Egeyê ku li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê vê derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane, di 1’ê Gulanê de mehkûm bikin.
Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin
Karkerên Sûriyeyî yên ku çermê rûyê pêlavan çêdikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Yek ji van karkeran Cûma Hecî Xelîl wiha behsa şert û mercên jiyanê kir: Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide?
Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin
Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.
Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir
Dengdayîna hilbijartina Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê ji bo rêveberiya xwe ya nû bijêre dest pê kir.
TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe
Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ev yek herî zêde bandorê li ser esnafên biçûk dike. Yek ji esnafên li Taksimê Huseyin Kiliç, bi dikana firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku her TL li hemberî Dolar qîmeta xwe winda dike karê wan xera dibe û got: "Zem li ser zemê zêde dibin.
Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin
2 hezar karkerên Soma yên ji kar hatin derxistin bertek nîşanî dûrxistina kar dan û diyar kirin ku ger mafê wan neyê dayîn ew dê heta dawî li mafê xwe bigerin. Karker Îlyas Bedir anî ziman ku ger peyman pêk neyê dê li mafê xwe bigerin.
Bi mirinê re rû bi rû dixebitin
Li Êlihê karkerên înşaatê yên bê sîgorte di înşaatan de dixebitin, ji ber kabloyên elektîrêkê yên vekirî bi mirinê re rû bi rû ne.
Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe
Her ku diçe şer kûr dibe û ev yek dibe sedemê qirîza aborî û bihabûna dolaran. Krîza aborî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser esnafên bazar û mişteriyan dike. Li Amedê esnafan got ku ji ber bihabûnê nikarin kar bikin û mişterî jî bi ber bihabûnê bi gazinin û sedemê vê yekê jî krîza aborî didin nîşandan.
515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man
Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Wanê diyar kir ku di bin navê “kadrobûna taşeron" de 515 karker piştî mulakatê ji kar hatine avêtin.
Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê
Çalakiya karkerên bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekariyê” ji Zanîngeha Egeyê hatin avêtin berdewam dike. Xwendekarên Zanîngehê û Sendîkaya Tenduristî-Îş bi armanca piştevaniyê, çalakger ziyaret kirin.
Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn
Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de cara duyemîn buhayê mazot zêde bû. Duh jî buhayê mazotê li seranserê Tirkiyeyê 17 kurîş zêde bû. Li gorî daxuyaniya PUIS’ê îro jî 13 kurîş li buhayê mazotê zêde bû.
Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
Hat derpêşkirin ku Nûnertiya Bem Bîr Sen a Amedê ya girêdayî Memûr Senê, gef li endamên Tum Bel Senê yên di Şaredariya Mezin a Amed de ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin dixebitin de xwarine û gotine eger ji sendîkayê îstifa nekin wê di lîsteya îxrackirinê ya nû de navê wan jî hebe.
'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
Karkerên taşeronî yên ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’î hatin avêtin ku bi daxwaza “Em karê xwe dixwazin” li ber şaredariyê çalakiya dest bi çalakiyê kiribûn, çalakiya wan didome. Karkeran got: “Em li vira ne û heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin.”
'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
Koma Beşdarbûna Demokratîk berî hilbijartina lijneya giştî ya ÎTO ya roja Şemiyê, bertek nîşanî medyaya hewzê ya wan dike hedef nîşan da û got: “Di hilbijartina Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk dê nekeve trafoyê.”
Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
Di rojên dawî de ji ber polîtîkaya îktîdara AKP'ê ya navxweşî û derve û şerê li Rojhilata Navîn Lîrayê Tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Di nava çend rojan de dolar 4 tl derbas kir û niha Yek Dolar gihişt 4.11 TL. Dolar duh 4.13 TL bû îro 4.11 TL ye. Li ser vê yekê zema mazotê jî zêde bû. Bi zema 17 qurişî li Stenbolê buhoyê motorîn ku berê 5.30 - 5.35 TL bû dê bigêje 5.5 TL.