Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Erdemlî, mînîbusa karkerên çandiniyê lê sîwar bûn qulibî. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 15 kes birîndar bûn.
'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
Li 19 bajaran destûra çandina kinfê (kenewîrê) hat dayîn, lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.
Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
Kedkarên hat îxrackirin, diyarkirin ku îxrackirin polîtîkayeke tepisandinê ye û got: "Em ê di hilbijartinê de bersiva vê rewşê bidin."
Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
Li Kana madenê ya navbera taxa Sarikaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk de dimîne ax hilweşiya û karkerekê ku dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da.
Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
Prof. Dr. Aziz Konukman, polîtikayên AKP'ê yên şer û gotina Erdogan a “Hûn bihuyê guleyekê dizanin?' nirxand û wiha got: "Erdogan şer tercîh dike. Bi vê gotinê li xwe mukir hat ku nikare şer finanse bike. Ger ku hûn her tim şer bikin hûn dê civaka xizan bêtir mexdûr bikin. Dê xizanî pêş bikeve."
‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
Welatiyan, diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê, ji bo zêdebûna buhayê sebze û fêkiyan ne çareseriye û gotin: “Ji bo vê çareseriyek bingehîn pêwîste. Berî hilbijartinê cihê tenzimê xistina rojevê watedare. Wisan xuya dike ku li ser vê hesabên cuda tên kirin.”
Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, mexazeyên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.
Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku bi deynan deynê xwe didin.
Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
Serokê Komîsyonvanên Fekî û Sebze yê Dîlokê Hayrî Sûcû, diyar kir ku ew gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Faizvan" nayê qebûlkirin û wiha got: “Îktîdar dibêjin 'Erzan bifiroşe'. Ger ku em buha bikirin em dê çawa erzan bifiroşin?"
Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
Du ciwanên geverî, bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin. Wexta serbanan paqij dikin ji bo neşemitin jî kindirê li nava xwe girêdidin.
Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
Endamê Komîsyona Çandiniyê û Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran, bal kişand ser pêkanîna firotina tanzîmê û krîza aborî û wiha got: "Armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê ewe ku li tevahiya welat halên fêkî û sebze bifiroşe û dewrî şîrketên taybet bike."
Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
Welatiyên gundê Dêzê yê Colemêrgê, diyar kirin ku fiyetên êm û kayê pir buha ne û ji ber pezê wan têr êm naxwin di dema zayînê de ber davêjin an jî piştî zayînî karik û berxikên wan dimirin.
Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
Li Çûkûrovayê, malbata Dexfak ya sûriyeyî ku rojê 12 saetan di şert û mercên zehmet de li nav erdan bi 48 lîreyî dixebite. Hamîd Dexfak, anî ziman kir ku ew di konan de dimînin û got: "Ji bo em jiyana xwe bidomînin em mecbûr in."
Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
Aborînas Gaye Yilmaz û Erinç Yeldan, diyar kir ku Tirkiye di qada hilberînê de krîzê dijî û kriza hilberinê dê bêtir kûr bibe.
'Kiryarê cinayetên kar îktîdara siyasî ye'
Namzeta hevşaredariya Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, ji bo cinayetên karî yên di meha Çileyê de got: "Cinayetên kar polîtîk in û kiryarên wan jî îktîdara siyasî ye."