'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'
Li Wanê, welatiyên li bazaran çav li etîketên li ser fêkî û zebze dikevin bêyî ku tiştekî bikirin berê xwe didin malê. Li Bazara Semtî ya Bostanîçî esnafan got: "Êdî ti bereketa Remezanê jî nemaye."
Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome
Li navçeya Soke ya Aydinê ji ber endamên sendîkayê bûn 81 karker ji SÎBAŞ Gidayê hatibûn avêtin. 130 roj in karker li ber xwe didin û danişîna doza wan a ji bo vegera ser kar wê di 28'ê Gulanê de pêk bê.
Dolar gihişt 6.0 TL.
Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê Dolar bi 5,58 TL rûpela xwe girt. Dolar piştî hilbijartina 31'ê Adarê di 1'ê Nîsana 2019'an de bi destpêka hefteyê Dolar li piyasê bi 5,70 TL hat firotin. 36 roj di ser hilbijartinê re derbas bû, dolar gihişt 6.0 TL.
Remezan hat, lê...
Esnafan bi hatina meha Remzanê, berhemên ji bo vê mehê li ser dezgehan bi cih kirin. Ji van berên ku herî zêde di Remazanê de tên xwarin tihîn û dims in. Lê ji ber fiyetên wan bihane kes nikare bikire.
'Zebze difiroşim lê nikarim zebze bibim mala xwe'
Li Erziromê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî nikarin gepek nan jî bibin mala xwe. Mehmet Kaya, got: "Ez zebze difiroşim, lê ji ber zebze biha ye nikarim bibim malê. Li ber mirovan digerim ku kîloyek firingî bikirin da ez jî êvarî nan bibim mala xwe."
Bi sedhezaran kes qîr kir: Ne tecrîd em jiyanê diparêz in
Li Stenbolê Mitînga 1’ê Gulanê ya bi beşdariya sed hezaran pêk hat bi dawî bû. Karker û kedkaran li qadê birçîbûn, feqîrî, kar, ked, nan, azadî, hiqûq û demokrasiyê anîn ziman.
‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’
Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Enqereyê de endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş metna hevpar xwend û got: “Ji bo em ji krîza aborî ya AKP’ê re bêjin êdî bes e, em hatine gel hev.”
Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê bibîr anîn
Li Enqereyê beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê, qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê bi qurnefilan hatin bibîranîn.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê: Em her kesî vedixwînin qadên 1'ê Gulanê
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê, her kesî vexwand Qada Bazarê ya Bakirkoyê û got: "Li dijî qedexeyan û bêedaletiyê, em her kesî vedixwînin têkoşînê."
Wê berê xwe bidin qada Taksîmê
18 karkerên ku ji îstasyonên TUV-TURK a Rihayê ji kar hatin avêtin û 164 roj in li ber îstasyonê li ber xwe didin, wê li Taksîmê berxwedana xwe bidomînin.
Li Amedê amadekariyên 1'ê Gulanê temam bûn: Rojeva sereke grevên birçîbûnê ye
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo aştî û azadiyê û parastina destkeftiyan her kesî evxwand Qada Îstasyonê.
Amadekariyên 1'ê Gulanê li Wane temam bûn
Hêzên demokrasî û kedê ji bo 1'ê Gulana Wanê bang li karker û kedkaran kirin û gotin, ew ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, li dijî betalî û xizaniyê dakevin qadan.
Li Amedê rojeva 1’ê Gulanê krîza aborî û grevên birçîbûnê ne
Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Meydana Îstasyonê bin û di rojeva wan de krîza aborî, tecrîd û grevên birçîbûnê hene.
Mamosteya hat îxrackirin: Ji bo siberoja me ez ê biçim 1’ê Gulanê
Mamosteya polê Îlknur Alçelîk Akîkol a bi KHK’ê hat îxrackirin got: “Ji bo siberoja xwe em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”
Mexdûrên KHK'ê dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin
Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin.