Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan
Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan

Norûllah Shûr Zad ê afxanî ku bi awayekî neqeydkirî li Înşaata Gorguluyê dixebitî, ji şantiyeya înşeatê ket erdê û bi giranî birîndar bû. Patron Adem Gorgulu ji Zad re gotiye ger tu gilî nekî ew ê heqê tedawiyê bide, lê Gorgulu heqê tedawiya Zad neda.

Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da
Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da

Karkerê înşaetê Dogan Mihçi yê di înşaeta yurda Kampusa ADU de dixebitî ji kata 8’emîn ket û jiyana xwe ji dest da.

Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin
Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin

Li Menderesa Îzmîrê cotkarên xiyaran difiroşin dan zanîn ku ew bi bihayên erzan difiroşin û li ser dezgehan bi deh qatê bihayê ew difiroşin re rû bi rû dimînin. Cotkaran got ew kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin û çareseriyê di koperatîfiyê de dibînin.

Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû

Firotina maşineyan piştî di 30'ê hezîranê de daxistina Baca Serfkirina Taybet (OTV) bi dawî kirin, firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû.

Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin

Li Somayê, karkerên ocaxên madenê yên ji kar hatin derxistin û yên teqawidbûyî nikarin tazmînatên xwe wergirin.

Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin

90 jinên li Kadîfekale li hev kombûn, “Bazara Hilberînê ya Pagos” a ji 24 kooperatîfên pêşketinên candinî û 12 kooperatîfên jinên hilberîner pêk tê, avakirin.

Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe

Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, di roja 64’an de berxwedana xwe dewam kirin û xwestin vegerîn ser karê xwe.

Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir

Li Dîlokê, piştî germahî tam dest pê kir hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran jî dest pê kir.

Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe

Zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê ku nêzî 14 hezar pez lê tên çêrandin, niha hindik mane hişk bibin. Gundiyan, bilêv kir ku ji ber li van deran baran pir nebariyaye giha şîn nehatiye û ji niha ve ketina etra çêrandina pezên xwe.

Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin

Li Acibadem a Kadikoyê karkerên 2 mehin meaşên xwe nagirin dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.

Firotina xaniyan pir kêm bûye
Firotina xaniyan pir kêm bûye

Li gorî danayên TUÎK'ê yên meha Hezîranê, li gorî sala çûyî firotina xaniyan pir kêm bûye û ketiye bin ji sedî 48.6'an.

Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin

Li Westanê, cotkarên ku fasûle danîne diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Cotkaran, bilêv kir ku navbeynkar kîloya fasûleyan bi lîreyekê dikirin û bi 6 lîreyan difiroşin.

'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'
'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'

Li Wanê, ajokarên li nav bajêr rêwiyan dibin û tînin, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ajokaran, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê şer e û got: "Bi perê me operasyon tên lidarxistin. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin pêdivî bi aştiyê heye."

Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine
Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine

Cevher Ozdemîr ê bi salan serokatiya Komeleya Piştevahiya Karkeran a betal kirin kir, da zanîn ku di serî de li Tûrgûtlû li Herêma Ege tu pirsgirêkên karkarên çandiyê nayin çareser kirin û got: “Êdî ji sedî 90 jin din çandiniyê de dixebitin. Dinava van de jî herî zêde zarokên keç û kurin.”

‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'
‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'

Gelek kesên ji bo debara malbata xwe bikin û heqê dibistana xwe derxînin ji warên xwe berê xwe dan Bodrûmê, ji şert û mercên bêewle û giran ên karî nerazî ne. Karkerên, di qawîşên 10-15 kesî de dimînin bilêv kirin ku di cejnê de jî nikarin biçin cem malbatên xwe.

< 173 174 175 176 177 > Rupel 175 / 245