Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man
Bi hezaran kesên ku di qafe-baran de dixebitîn û di çarçoya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de, ji ber ku qafe-bar hatin girtin, bê kar man. Xwendekar Kenar Guner ku perwerdeya bi xebatan qafe-baran berdewam dikir, diyar kir ku wiha bidome dê dev ji dibistana xwe berde.
Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku bi vê hêjmara xebatkarên tenduristiyê nikaren pêvajoya vîrûsa corona (Kovid-19) derbas bikin û xwest xizmetkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin dîsa li karê xwe vegerin û karê wan paşve bidin wan.
Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku bandora vîrusa coronayê ya li ser piyaseyên kûrewî "krîzeke pergalî ye" û got, vîrus pergala kapîtalîzmê dide ber lêpirsînê.
TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
Li gorî danayên TUÎK’ê, hejmara kesên bê kar di sala 2019’an de li gorî sala derbas bûyî 932 hezar zêde bû. Bi vî awayî hejmara bê karan bû 4 mîlyon û 469 kesan.
Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin
Karkerên Ozak Tekstîlê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê dixebitin, ji ber hevkariya wê ya bi karsaz re terka Oz Îplîk Îş'ê ya girêdayî HAK-ÎŞ'ê dikin û derbasî Tekstîl Sen'ê ya girêdayî DÎSK'ê dibin
Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, ji bo binpêkirina qanûnê, bi îhaleya ku kir 5 parçe, cadeya dîrokî ya dikeve çarçoveya “Qada Sît a Bajar” bi awayekê ku xirab bibe, ronî kir. Nûnera TMMOB’ê Derya Akyol, bal kişand ser zirar li tevna dîrokî hatiye kirin û got: “Ev şaşiyek bi mîlyona ne.”
Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
Yilmaz Kanmiş ku li Taxa Ayazpinar a Artemêtanê tesîsek çêkiriye, 6 meh in tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne. Kanmiş, anî ziman ku kuvarikan difiroşin market û mêwefiroşên li bajêr.
Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
Li Rihayê, ji ber krîza aborî rewşa esnafên Çarşiya Turîstîkê nebaş e. Piştî sala 2019'an wekî "Sala Xerabreşkê" hatibû îlankirin, hêviyek li esnafan peyda bûbû, lê belê esnaf destvala dest bi sala 2020'an kirin.
Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber vîrusa koronayê hatiye kirin. Ajovanên TIR'an ên bi rojane li ber deriyê sînor hatine sekinandin, bal kişandin ser negirtina tevdîran.
Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû
Akademîsyen Atîllla Gunay, diyar kir ku qeyrana aborî ku di sala 2008'an de dest pê kir, di dîroka kapitalizmê de yek ji qeyrana herî kûr e û wiha got: "Ev qeyrağn êdî bûye kurevî û otoriter bûye. Derbasî asta duyemîn bûye.
Girtina deriyê sînor pişta wan şikand
Li Şirnexê ku her diçe betalî zêde dibe, piştî deriyê sînor hat girtin rewşa xirabtir bûye.
Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin
Xizmetkarên tenduristiyê li Stenbolê daxuyanî dan û xwestin ji bo tundiya di xizmeta tenduristiyê de bi dawî bibe tev li mitînga 15'ê Adarê ya li Enqereyê bibin.
Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
Esnafên Wanê, diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û ji ber van polîtîkayan welat ber bi karesatekê ve çûye. Esnafan got, "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin."
Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
Li Edeneyê piştî goşt kêm bû, êdî xwarina bi nav û deng şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê. Fiyetê wê par bi 9 TL'yan bû, lê belê îsal bi 12-14 TL'yan tê firotin.
Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
Bazargeha Amedê ya yekemîn DiyarGalerîa ku gava hatibû avakirin nêzî 200 kargehên wê hebûn, lê belê îro tenê 20 kargeh mane û ew jî hindik mane qeflê li deriyên xwe bixin.