Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin

Kedkarên di şeveqa sibehê de diçin ser erd û dest bi karê xwe dikn, diyar kirin ku 12 saetan di bin germa tavê de dixebitin lê heqê keda xwe nagrin û fatûrayên av û ceyranê jî li ser wan dibe barekî giran.

Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû

Endezyarê Çandiniyê Kamûran Kart diyar ki ku li navçeyên Kûlû û li Cîhanbeyliyê ji ber hişkesaliyê û qeşayê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bûye û got: “Niha rewşa giştî hem ji aliyê ekolojiyê ve û hem jî aliyê aboriyê ve elameta qeyraneke cidî ye.”

Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin

Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1 a Îzmîrê Hamdî Çalik, bal kişand li ser zarokên ku di MESEM’ê de tene xebitandin û diyar kir ku keda zarokan tê xwarin û bila navendên van deran bêgirtin.

Ji bo teqawitan cejn nîn e!
Ji bo teqawitan cejn nîn e!

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Hemû Teqawîtan a 2021'ê Alî Surucu diyar kir ku teqawît bi xemgînî dikevin vê cejnê û got, "Bi kêm pereyên di destê xwe de wê hewl bidin neviyên xwe kêfxweş bikin, derfetên wan ê şerjêkirina qurbanekê nîne, çûyîna betlaneyê êdî xeyal e."

Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe

Welatiyên teqawid, ji ber hindikbûna mûçeyên wan para xwe zêde ji qeyrana aboriyê werdigrin, diyar kirin ku ger aştî pêk bê dê aborî baş bibe.

Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe

Rojek berê Cejna Qurbanê li Wanê mezada ajalan sekan e. Ji ber qeyrana aboriyê bazirganên ajalan kar nekirine û dibêjin: “Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş bibe.”

Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû

Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî ku ferqa enflasyonê ya ji sedî 19'an hate qebûlkirin bi dawî bû.

Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye

Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji ber encam ji muzakereyan negirtine ev 7 roj in di grevê de ne, bi rayedarên şaredariyê re li ser mijarê nîqaşan dikin û pêvajoya şêwrê dewam dike.

Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin

Bi hezaran xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di roja 6'an a grevê de ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan û bang li berpirsyarên şaredariyê kirin ku beriya betlaneyê ji nû ve maseya bazariya kolektîf ava bikin.

Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e

Li gorî TUÎK'ê enflasyona meha Gulanê ya mehane ji sedî 1,53, enflasyona salane jî ji sedî 35,41 e.

ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû

Li gorî daneyên ENAG'ê enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar

Di qezayê de mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî, 24 kes birîndar bûn.

Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin

Greva ku karkeran piştî xitimîna hevdîtinên TÎS’ê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dane desptêkirin, di roja 4’an de didome. Karketan gotin ku heta mafên xwe bi dest dixin dê dev ji çalakiyê bernedin.

Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye

Firoşkarên bazarê yên li Wanê û welatiyên diçin bazarê ji ber krîza aboriyê bi gazinc in. Serokê Sûka Taxê Siddik Penlî got ku aborî gelekî nebaş e, hêvîdar in pêvajo wê baş bi pêş bikeve.

Li bazara herêmî danûstendin kêm e
Li bazara herêmî danûstendin kêm e

Li bazara herêmî ya li Pîranê ku berhemên organîk lê tên firotin, ji ber krîza aboriyê danûstendin kêm e. Welatiyan diyar kirin ku aborî dikare bi aştiyê re aram bibe.

< 9 10 11 12 13 > Rupel 11 / 245